Kongreya neteweyî erka demî ye
RÊBAZ HESEN/REWŞEN QASIM
ANF/SILÊMANÎ
Serokê Parlamena Herêma Başûrê Kurdistanê û Serokê Lîsta Gorran ê Perlamena Iraqê, Dr. Yûsif Mihemed, têkildar hilbijartin û nakokiyên li Herêma Başûrê Kurdistanê axivî.
Dr. Yûsif Mihemed got, “Pêkanînên siyasî kirin ku gelê Kurd ji Xaneqînê heta Efrînê berdêlên giran bide. Her wiha ew bûyerên îro rûdidin, ji bo me dide nîşan ku divê di zûtirîn demê de Kongreya Neteweyî li dar bixin û Yekîtiyeke Neteweyî ya Kurd ava bikin.”
Referandûmê derbli destketiyên Kurd xist
Dr. Mihemet têkildarî encamên referandûma par wiha nirxandin: “Ev referandûm bû sedem ku Kerkûk ji destê gelê Kurd biçe, dîsa kir ku gelek destketiyên gelê Kurd ji dest bên dayîn. Ev şaşîtiyeke dîrokî ya Kurdistanê bû. Di sed salên dawî yên dîroka Kurd û Kurdistanê de gelê Kurd bi qasî sala 2014-2016’an nebûye xwedî destketî û xaka xwe kontrol nekiriye. Lê mixabin, pêkanîna referandûmanê bû sedem ku destketiyên gelê Kurd ên bi têkoşîn û berdêlên mezin hatibûn bidestxistin, ji dest bên girtin. Ji Xaneqînê heta Efrînê destketiyên mezin ji dest çûn.”
Serokê Parlementoya Herêma Başûrê Kurdistanê Dr. Yûsif Mihemed bal kişand ser lidarxistina Kongreya Neteweyî û pêkanîna Yekîtiya Neteweyî û got: “Parçeyekî Kurdistanê bandora erênî û nerênî li ser parçeyên din ên Kurdistanê jî dike. Ecamên referandûmê bandora xwe li Efrînê jî kir. Her wiha ew bûyerên îro rû didin, ji bo me didin nîşan ku divê di zûtirîn demê de Kongreya Neteweyî li dar bixin û Yekîtiyeke Neteweyî ya Kurd ava bikin.”