Kongreya Neteweyî û diyarkirina stratejiyeke hevpar a ku berjewendiyên sereke yên neteweyî diyar bike, li Başûr û Rojavayê Kurdistanê jî her diçe bêhtir desteke mezintir distîne. Siyasetvanê ji Başûrê Kurdistanê Kawe Nadir Kongreya Neteweyî wekî pêwîstiyekê bi nav kir û Serokê Komîteya Têkiliyên Dîplomasî ya TEV-DEMʹê ya Kantona Efrînê, Heysem Minla jî got dem dema Kongreya Neteweyî ye.

Li Başûrê Kurdistanê her roja diçe piştgiriya ji bo banga Koma Civakên Kurdistanê (KCK) ya ji bo Kongreya Neteweyî zêde dibe. Siyasetvan Kawe Nadir têkildarî banga KCK'ê û pêwîstiya civandina Kongreya Neteweyî got; "Divê berjewendiyên neteweyî li ber çav bên girtin û kongreyeke neteweyî girîng û pêwîst e."

 Lihevkirina li ser stratejiyeke hevbeş

Der barê giringiya kongerayê de Kawe Nadir her wiha got; "Hevgirtina Kurdan di vê qonaxê de girîng e. Ji ber ku di dîroka Kurdan de, Kurdan nekarî li ser stratejiyeke hevbeş li hev bikin."

Di dewama axaftina xwe de siyasetvan Kawe Nadir wiha dewam kir, "Hişmendiya partîtiyê bandora  xwe ya neyînî li ser  xebatên neteweyî kiriye û wiha kiriye ku berjewendiyên neteweyî li ber çav neyên girtin. Niha dewletên dagirker daxwaz ji Kurdan dikin ku hev bigrin. Piştî van derfetan jî Kurd bi xwe nakevin nav hewldanan."

Di dawiya axaftina xwe de siyasetvan Kawe Nadir got; "Kongreya Neteweyî pêwîstiyek e. Pêwîst e karkirineke hevbeş di navbera partiyên siyasî de hebe ji bo avakirina kongreyeke neteweyî."

Kongreya Neteweyî bicivînin

Li Rojavayê Kurdstanê jî serokê Komîteya Têkiliyên Dîplomasî ya TEV-DEMʹê Heysem Minla jî xwest partiyên Kurd kongreyê neteweyî di zûtrîn dem de bicivînin. Heysem Minla bi gotina Kurdistan di wê pêvajoyê de ye ku Kongreyê Netewî were lidarxistin û wiha peyivî: "Di vê pêvajoyê de divê gelê Kurd bi girîngiya lidarxistina Kongreyê Neteweyî zanibe. Pêdivî bi yekîtiya gelê Kurd heye. Ji ber vê yekê divê hemû partiyên siyasî yên Kurd pirsgirêkên xwe bidin aliyekî û Kongreya Neteweyî di zûrtirîn dem de li dar bixin."

Heysem Minla bang li  hemû partiyên siyasî yên Kurd, rêxistinên Kurd û hikûmeta herêma Başûr kir ku di zûtirîn demê de Kongreya Neteweyî bicivînin. 


 SILÊMANÎ / EFRÎN