Di civînê de Hevseroka KNK’ê Nîlufer Koç bal kişand ser rewşa Kurdan li çar aliyên Kurdistanê û got ku tişta niha Kurdistan têre derbas dibe ferz dike ku Kongreya Netewî ya Kurdistanê were lidarxistin, helwesta Kurd bibe yek da ku bi hev re serkeftinên dîrokî werin bidestxistin.

Kongreya Niştîmanî ya Kurdistanê (KNK) bi armanca gotûbêjkirina biryarên 15’emîn civata xwe, destwerdana dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê ji bo endamên xwe yên Rojavayê Kurdistanê li bajarê Qamişlo civînek lidar xist. 

Di civînê de Endamên Koordînasyona KNK’ê ya Rojava Ebdulkerîm Umer, Hevserokê PYD’ê Salih Muslim, Hevseroka Kantona Cizîrê Hediya Yûsif, Serokê Desteya Ekolojî Luqman Ehmê, Endamê Dîwan Meclîsa Zagonsaz a Cizîrê Ekrem Mehşûş, Sekreterê Giştî yê Partiya Demokratîk a Kurdistanê – Sûriye (El-Partî) Ebdulkerîm Siko, Hevseroka Partiya Guhertin Mizgîn Lezgîn, endamê Desteya Niştîmanî ya Erebî Mihemed Bineyan, Sekreterê Partiya Lîberal Ferhad Têlo, Sekreterê Partiya Demokatîk a Kurd li Sûriyeyê Cemal Şêx Baqî, Cîgirê Serokê Desteya Karê Hundir Kamil Axta, Sekreterê Partiya Aştî ya Demorkatîk a Kurd li Sûriye Telal Mihemed, Sekreterê Partiya Çep a Kurd li Sûriye Mihemed Mûsa, Sekreterê Partiya Reform û Guhertinê Emced Osman, Cîgira Serokê Desteya Mafên Mirovan Derya Remezan amade bûn.


‘Pêwîst e helwesta Kurda bibe yek’

Di destpêka civînê de Hevseroka KNK’ê Nîlufer Koç axivî û rewşa siyasî û leşkerî li cîhanê û Rojhilata Navîn nirxandin. Nîlufer Koç bal kişand ser rewşa Kurdan li çar aliyên Kurdistanê û got ku tişta niha Kurdistan têre derbas dibe ferz dike ku Kongreya Netewî ya Kurdistanê were lidarxistin, helwesta Kurd bibe yek da ku bi hev re serkeftinên dîrokî werin bidestxistin.

Koç bal kişand ser girîngiya Kongreya Sûriyeya Demokratîk û got ku ev gaveke girîng ber bi çareserkirina aloziya Sûriyeyê ve ye. Koç her wiha diyar kir ku biryarên Kongreya Sûriyeya Demokratîk nexşerêya çareseriyê deyne û hemû gengeşeyên Sûriye û Rojhilata Navîn bi xwe re çareser bike.

Di dawiyê de Nîlufer Koç polîtîkayên dewleta Tirk û pilanên wê yên qirêj bibîr xist û got ku ew hewl dide çi projeyeke demokratîk hebe bibin bixe û destwerdana wê ya li Başûrê Kurdistanê, teqînên li bajarê Til Temir, kongreya Riyadê jî ji van pilanan in.

Koç bang li hemû hêzên Kurdistanê û demokratîk ên hemû pêkhateyên herêmê kir ku refên xwe li hemberî komplo û dagirkeran bikin yek û karê serkeftina biryarên Kongreya Sûriyeya Demokratîk dewam bikin. 

Dema me nûçe amade dikir civîna Kongreya Niştîmanî ya Kurdistanê (KNK) berdewam dikir. 


 ANHA/QAMIŞLO