Di berdewama axaftina xwe de Dîbo bal kişand ser nexşerêya çareseriyê û wiha dom kir: ˮDi kongreyê de nexşerêya çareseriya aloziya li Sûriyê û armanca pêvajoya dema pêş ji bo avakirina sîstemeke demokratîk hate nîqaşkirin. Beşdarên civînê li ser mijara rakirina hemû projeyên nijatperestî yên berê nerînên nîqaş vekirin. Her wiha hat gotin ku pêwîste hemû hêzên çekdar ên biyanî ji herêmê derkevin. Çi hêzên alîkariya rêjîmê dikin, an ên alîkariya DAIŞ û El-nusra jî dikin divê derkevin.ˮ
Xalên lihevkirinê
Dîbo da zanîn ku di kongreyê de bal hate kişandin ser qonaxa veguhestinê û rawestindina çalakiyên leşkerî ji hemû aliyan ve û ev tişt got: ˮÇalakiyên leşkerî bêne rawestandin, hemû hêzên li ser erdê mafê xwe yên parastinê bikar bînin.ˮ
Dîbo da xuyakirin ku di konferasê de li ser hinek xalan li hev hatine û ev biryar girtine:
* Dewlet bingeha ne navendî û demokratîk esas bigire
* Di hemû aliyan wekhevî di navbera jin û zilaman de
* Mafê zarok û astengdaran bê parastin
* Rêveberiyên zagonsaz û rêveber ji hev bêne cûdakirin
* Mafê gelê Kurd û hemû pêkhateyên din ên di Sûriyê de jiyan dikin û weheviya di navbera hmeû pêkhateyan û neteweya erebde hate destnîşankirin
* Mafê hemû welatiyên Sûriyê wekî hev bê cûdahiya netew, mezheb, reng û cinsan.
ANHA/QAMIŞLO