Komîteya Şopandina Xebatên Kongreya Qahireyê di kongreya 8-9’ê Hezîrana 2015’an de li Qahireyê de hatibû avakirin. Komîteyê civîna xwe ya asayî lidar dixe. Komîteya ku ji 13 nûnerên hêzên muxalif ên Suriyê pêk tê, wê di 28’ê Tebaxê de li paytexta Misrê Qahîreyê bicive.
Ji Rojava jî, Şêwirmendê Hevserokên PYD’ê Sihanok Dîbo wekî endamê komîteyê dê tevlî civînê bibe.
Li gorî agahiyên ku Dîbo dane, di civînê de wê xebatên ku piştî kongreyê hatine meşandin di ber çavan re bêne derbaskirin û nirxandin. Her wiha xebatên ku dê bêne kirin jî wê bêne nîqaşkirin. Mijareke din a civînê jî aktîfkirina Komîteya Şopandinê ye.
Komîte wê di civînê li ser projeya nûnerê Neweteyên Yeybûyî (NY) yê taybet ê Suriyeyê Stephan de Mistûra jî nirxandinan bike û helwesta xwe nîşan bide.
Her wiha di civînê de wê li ser pirsgirêkên Suriyeyê û bi taybet jî wekî rêyek çareseriyê sîstema Xweseriya Demokratîk jî nîqaş bêne meşandin.
Li gorî çavkaniyên dîplomatîk, piştî civînê, komîte wê di asta navnetewî de jî hin hevdîtinan pêk bîne. Lê li ser mijarên ka ev hevdîtin kengî û çawa wê pêk werin, agahiyên zelal nehatin bidestxistin.
QAMIŞLO