Kongreya Star diyar kir ku dewleta Tirk bi planên xwe yên êrîşê yên li dijî Efrînê, hewl dide tola birayên xwe yên DAIŞ'ê ji gelê Kurd hilîne û destnîşan kir, ku ew ê bi ruhê Zîlan û Arînan zîhniyeta faşîst a dewleta Tirk têk bibin.
Komîteya Pêwendiyên Dîplomasiyê ya Kongreya Star, li ser êrîş û gefên dewleta Tirk ên demên dawî yên li dijî Rojava û Bakurê Sûriyeyê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de Kongreya Star got, delweta Tirk ditirse ku gelê Kurd li Rojava bibe xwedî statuya siyasî û amadekariyên êrîşekê li dijî Efrînê dike. Li ser mijarê daxuyaniyê wiha dewam kir: "Bi projeya Federasyona Bakurê Sûriyeyê re her roj destketiyên nû tên afirandin. Pêngava rizgarkirina Reqayê bi pêş ve diçe. Bi vê yekê re zîhniyeta DAIŞ'ê ku AKP piştgiriya wê dike, li Rojava û Bakurê Sûriyeyê têk diçe. Xuya ye AKP hewl dide tola birayên xwe yên DAIŞ'ê ji gelê Kurd hilîne."
Komîteyê êrîşên dewleta Tirk bi bîr xistin û daxuyaniya xwe wiha bi dawî kir: "Hêzên parastina gel YPG û YPJ bi rengekî tund bersiva her êrîşa dewleta Tirk a dagirker da. Eger dewleta Tirk êrîş bike wê careke din bi rengekî herî tund bersiva xwe ji gelê Efrînê, yekîneyên parastina gel û kongreya Star bigire. Em bang li hemû jin û ciwanan dikin ku li hemberî zîhniyeta êrîşkar hişyar bin û xwedî li nirxên xwe derkevin.
NAVENDA NÛÇEYAN