Di heman demê de lêkolinên ku hatibûn kirin, di nava wan lêkolînan de lêkolina Dr. Azad Muhamed kû di derbarê Helebçe de hatibû amadekirin bû yekemîn. Dr. Azad lêkolîn li ser nexweşiyên ku piştî çekên kîmyawî li Helebçe derketin û çareseriyên wan çine rawestiya bû. Ji ber yekemtiyê diyarîyek weke 400 dolar sembolî hate dayîn. Ji ber ku Dr. Azad ne amade bû Serokê Sendikaya Bijîşkên Silelêmaniyê Dr. Taha Mehmut diyariya girt. Her wiha ji bo hemû beşdarvanan sipasname hatin belavkirin.
Di dawiya kongreyê de pêşniyar hatin girtin ku, sala bê kongre li kîjan bajarê Kurdistanê were li darxistin. Di encama dengdanê de biryar hate girtin ku sala bê kongre li bajarê Mêrdînê were kirin. Sala bêt dê 6’mîn Kongreya Tibê ya Mezopotamyayê li bajarê Mêrdînê pêk were.
ANF/SILEMANIYÊ