Navenda Civana Jinan UTAMARAyê kongreya xwe ya 13´an li dar xist 3’ê Sibata 2019’an bi beşdariya 60 jinan li bajarê Kasbach-Ohlenberg ê Elmanyayê li dar xist.

Di destpêka kongreyê de xebatkara UTAMARA’yê Zubeyde Temel axivî û piştre raporên salê hatin nirxandin. Beşdaran îşaret bi pêwîstiya bi xurtkirina hevgirtina jinan kir. Di kongreyê de hate destnîşankirin ku saziyên perwerdeyê, alîkarî û parastina jinan mîna UTAMARA divê hîn bêhtir werin danasîn û tevna xwe ya xwegihandina jinan xurttir bikin.

Piştî guftûgoyê hibijartina rêveberiya sala 2019/20 çêbû. Di encamê de pênc rêveber û çar cîgirên wan hatin hilbijartin.

Di plansaziya sala 2019’an de karên saziyê yên salekê hatin diyarkirin. Hin ji van projeyan ev in: ”Jin demokrasiyê bi pêş ve dibin”; ”Cihanên Jinan”; di 20’ê Adarê de li Stadthalle ya bajarê Linzê Newroz ;15’ê Hezîranê li Altes Freibadgelände ya bajarê Unkelê Mîhrîcana Zarokan ”Keskesora Çandan”; 21 ta 27’ê Nîsanê Kampa Jinên Ciwan.

KOBLENZ