Kongreya YNK’ê doh jî bi rê ve çû. Pêr 4. Kongreya Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) li bajarê Silêmaniyê dest pê kir. Doh roja diduyan a kongreyê bû û bi piraniya dengan Encûmena Bilind a Siyasî hate hilbijartin; Kosret Resûl Elî wek serokê encûmenê hat hilbijartin.
Li gorî çapemeniya ser bi YNK’ê ragihandî, di roja yekem de Dr. Berhem Salih, Dr. Rêwaz Fayeq û Qubad Talebanî ji bo endamên rêveberiya YNK’ê hatin hilbijartin. Doh jî kongreyê 181 endamên encûmenê diviya diyar bike, lê ev yek ji îro re hişt. Heta niha nezelal e ka Kongre wê çend rojan dewam bike.
YNK di 1'ê Hezîrana 1975'an de hatiye damezirandin û heta niha 3 kongre li dar xistine. Kongreya dawî di sala 2010'an de li dar xist. Ev kongreya 4'emîn e ku tê lidarxistin.
NAVENDA NÛÇEYAN