Kongreya Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) ya Rojava, ku diyarî kedkarê çapemeniyê şehîd Mustefa Mihemed hat kirin, qediya.

KongreyaYRA´yê bi dirûşmeya ‘şopdarên rastiyê bingeha ragihandina azad e’ pêr dest pê kiribû.

200 delege beşdarî kongreyê bûn û bi taybetî kampanya ‘Ji bêdengiyê re Na’ û pêşangeha wêneyan a ‘Ji Kobanê heta Sine’ hatin nirxandin.

Di kongreyê de rêziknameya YRA’yê hat nûkirin û hilbijartin hatin kirin. Di encamê de Ekrem Berekat û Şehnaz Osman careke din weke Hevserokên YRA´yê hatin hilbijartin. Piştre 12 endamên Meclîsa YRA´yê hatin destnîşankirin.

Tê payîn, rêveberiya nû bernameya xwe a li ser karê dema bê, eşkere bike.


 ANF / QAMIŞLO