Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) li banliyoyên Parîsê Evry û Creîlê û li bajarê Elmanyayê Hîldesheîmê, kongreyên xwe pêk anîn.
Meclîsa Gel a NCDK´ê li Creîlê, kongreya xwe ya sêyemîn pêk anî. Kongre li avahiya komeleyê pêk hat û bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiya Kurdistanê dest pê kir.
Di kongreyê de xebatên salekê hatin nirxandin û pêşnûme biryara ji bo sala nû di encama dengdanê de hat qebûlkirin. Di kongreyê de endama Tevgera Jinên Kurd li Fransayê Zozan Serhat û hevserokê CDK li Fransayê Vedat Bîngol axivîn.
Piştî ku meclîsa nû ya ji 35 kesan hat avakirin, Makbûle Guzel Çelîk û Azmî Guven ji bo Hevserokatiyê hatin hilbijartin.
Ciwanan jî rêxistina xwe xurt kir
Li Evryê jî Meclîsa Ciwanan a Şehîd Zinar Raperîn kongreya xwe ya duyemîn li dar xist. Di kongreyê de rewşa dawî ya xebatên ciwanan hat nirxandin û ji bo çareserkirina pirsgirêkên dema bihurî, biryar hatin girtin.
Beşdarên kongreyê gotin, “Divê karê sereke yê ciwanên Kurd ên li Ewrûpayê, xebatên ji bo azadiya Rêberê me bin. Weke ciwanên Kurd, li dijî êrîşên dewleta Tirk a faşîst divê em her roj li meydanan bin.”
Di kongreyê de meclîsa nû ya ji 20 kesan û hevserok hatin hilbijartin.
Em ê bi ser kevin
Li bajarê Elmanyayê Hîldesheîmê, NCDK´ê kongreya xwe ya 4. a asayî li dar xist.
Kongre bi beşdariya 105 delegeyan bi şiyara “Em ê bi teqezî bi ser bikevin, ji ber ku me bi ciwantî dest pê kir, em ê bi ciwantî biqedînin” li lokala DBG-Hausê pêk hat. Kongre bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê dest pê kir.
Di encama kongreyê de meclîsa nû ya ji 52 kesan hat hilbijartin. Hayat Donma û Alî Kocademîr jî bûn Hevserokên Meclîsê.
PARÎS / HILDESHEIM