Li dijî tevgera azadiya gelê Kurd hevgirtina dewleta Elman û ya Tirk di demên dawî de qewîntir bûye. Ev çendeke dewleta Elman li dijî al, wêne û komeleyên Kurdan zextên giran dike. Ev kiryar pirsa gelo dewleta Elman li dijî Kurdan konsepteke nû ya qirkirina siyasî daye destpêkirin tîne rojevê.

Dewleta Elman mîna dewleta Tirk li dijî Kurdên ku xwe li welatê wan girtine operasyonên qirkirina siyasî dike.

Polîsên Elman belasebep diavêjin ser komeleyên Kurdan, dest datînin ser pirtûkên Kurdî û parvekirinên li ser medya ya civakî weke ‘sûc’ nîşan didin. Zextan li Elmanên dostê Kurdan dikin.

Dewleta Elman a Federal, di têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de li eniya dewletên mêtinger cih digire û ev rastî ne tiştekî nû ye. Elmanya ku têkiliyên xwe yên bi welatan re li ser ‘bazirganiyeke baş û îxracateke zêde’ dimeşîne, her gavê bi hawera dewleta Tirk a tengav ve diçe.

Eşkere bû ku ew krîzên beriya niha bi çendekê rûdayî ji lîstikekê bi wê de ne ti tiştek e. Mînak, di dema dagirkirina Efrînê de tevî ku raya giştî ya Elman nerazîbûn nîşan da jî, dewleta Elman bê navber çek firotin dewleta Tirk. Beriya dagirkirina Efrînê jî karê modernîzekirina tankên artêşa Tirk da ser milê xwe.

Şirîkê sûcan e

Dewleta Elman îsal bi rengekî eşkere bû şirîkê gelek sûcên dewleta Tirk ên li Kurdistanê. Her wiha ji desteka li welatê xwe ya ji bo berxwedana Efrînê aciz bû, hewl da pêşî li xwepêşandanan bigire û sembolên Kurdan hîn bêhtir qedexe kir. Dewleta Elman ku mîna dewleta Tirk li dijî Kurdan operasyonên qirkirina siyasî dike, gelo li dijî tevgera azadiyê ya Kurd xwedî konsepteke çawa ye û armanca xwe ya rasteqîn çi ye?

Konsepta xwe dubare dike

Dewleta Elman li dijî rêxistiniya xurt a tevgera azadiyê ya Kurd, her wextê konsept û qedexeyên nû xistin meriyetê. Sala 2010’an Dadgeha Destûra Bingehîn a Federal PKK xiste nava lîsteya ‘rêxistinên terorî yên biyanî’. Bi rêya vê biryarê wê lêpirsîna li Kurdan bi hêsanî bûya û bêyî nîşandana delîlan Kurd dê bihatana girtin.

Bi guhertina qanûnî re ku di nava raya giştî de bi navê ‘qanûna 129b’ tê naskirin, bi dehan siyasetmedarên Kurd ketin ber lêpirsînê, li gelekan cezayên girtîgehê hatin birîn. Bedrettîn Kavak, Mehmet Demîr, Mûstafa Çelîk, Kenan Baştû, Alî Ozel, Ahmet Çelîk, Alî Hidir Dogan, Zekî Eroglû û Mûhlîs Kaya çend ji van e.

Li gelek kesan ceza birîn

Dewleta Elman di çarçoveya qedexekirina PKK’ê de herî dawî, di navbera salên 2004-2017’an de 4.500 lêpirsîn kirin û li 240 kesî jî bi îdîaya “endametiya rêxistineke terorî ya biyanî” doz vekirin. Ji sala 1992’an û vir ve bi hinceta ku ‘rêveberên PKK’ê ne’ li nêzî 100 kesî cezayên giran ên girtîgehê birîn.

Mîna “Operasyonên KCK’ê” yên li Bakurê Kurdistanê, dewleta Elman jî bi heman rengî li dijî siyasetmedarên Kurd operasyonên xwe berfireh kirin.

Tenê sala 2017’an li dijî Kurdan 130 lêpirsîn vekirin. Di navbera salên 2007-2017’an de li 240 siyasetmedar û aktîvîstên Kurd 180 lêpirsîn vekirin. Mehên Çile û Sibatê yên sala 2018’an jî 50 lêpirsînên nû vekirine.

Qedexeyên kêfî tîne

Şîdeta polîsên Elman a li xwepêşandêrên Kurdan, ne kêmî ya salên 1990’î bileskê vê zêde ye. Xweranegirtina li wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên YPG û YPJ’ê didome. Ji xwe Wezareta Karên Hundir a Elmanyayê di 2’ê Adara 2017’an de giştînameyek ji eyaletan re şand û ji wan xwest ku alên PYD, YPG, YPJ û gelek partî û saziyên Kurdan qedexe bikin.

Qedexe ne qanûnî ne

ANF’ê 11’ê Adara 2018’an nûçeyek weşand û eşkere kir ku Wezareta Karên Hundir a Elman 29’ê Çileya 2018’an giştînameyeke nû weşandiye û li gorî kêfa dilê karmendên desthilatdariya AKP’ê ji hemû eyaletên li Elmanyayê xwestiye ku qedexeya li ser PKK’ê hîn bêhtir bişidînin.

Piştî şandina giştînameyê, operaysonên qirkirina siyasî yên li Elmanyayê li dijî Kurdan zêde bûn. Destpêkê xwepêşandanên li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrînê hatin qedexekirin. Ku ev qedexekirin li qanûnên Elmanyayê jî nayê.

Demokrasiya xwe li pirtûkan jî ranegire

Polîsên Elman 8’ê Adarê avêtin ser Weşanên Mezopotamya û Mîr Mûltîmedîa û 3 rojan lêgerîn li her du saziyan kirin. Dest danîn ser hemû pirtûkên Weşanên Mezopotamyayê û albûmên muzîkê, arşîv û cîhazên qeydê yên li Mîr Mûltîmedîayê. Bi hezaran pirtûkên ji 828 cûreyî, arşîva ji 4 hezar û 500 kasetên stranan, CD û hard dîskê hatin desteserkirin.

Li ser wekîl lêpirsîn

17’ê Adarê li Hannoverê bi beşdariya bi deh hezaran kesî Newroz hate pîrozkirin. Bi hinceta ku wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vekiriye, parlamenterê Elman Dîether Dehm kete ber lêpirsînê. Wekîl Dehm ku bi nasnameya xwe ya parêzvaniya mafên mirovan tê naskirin got, “Berê ji ber ku min ala PKK’ê vekir, mafê min ê destnedanê hatibû rakirin. Lê ev ceza nikarin bi min. Niha jî posterê Ocalan vedikim.”

Heman wextê ji ber parvekirina ala PKK’ê li ser Twitterê, Hevseroka Koma Partiya Çep a li Eyaleta Hambûrgê Cansû Ozdemîr kete ber lêpirsînê.

Avêtin ser komeleyan

Dema ku Wezîrê Karên Derve yê Tirk Mevlut Çavûşoglû 6’ê Adarê ji bo dîtina Wezîrê Karên Derve yê Elman ê wê demê Gabrîel berê xwe da Berlînê, polîsên Elman jî ji bo ‘bi xêr hatin’a wî bikin, li bajarê Erfûrt ê eyaleta Thurîngenê avêtin ser komên çep ên Elman ên piştgiriyê didin Kurdan. Polîsan avêtin ser 5 mal û buroyekê.

5’ê Nîsanê avêtin ser Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a li Hannoverê. 13’ê Hezîranê avêtin ser Komeleya NAV-DEM’ê û buroya Civaka Azad ên li Berlînê. Herî dawî 3’ê Tîrmehê avêtin ser Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a li bajarê Bîelefeldê.

Zetên li Elmanên 

Ji roja ku dewleta Tirk dest bi êrîş û dagirkirina Efrînê kir ve, gelên li Elmanyayê destekê didin gelê Efrînê. Li bajarên Elmanyayê ku qet Kurd lê tine ne, xwepêşandan ji bo Efrînê li dar ketin. Vê yekê bala hêzên ewlekariyê yên Elman kişand. Polîsan eyaleta Bayernê hesabên medya ya civakî şopandin û yên ku alên YPG/YPJ’ê parve kirî ji xwe re kirin hedef.

 

NAVENDA NÛÇEYAN