Hunermendê Kurd ê ji Rojhilatê Kurdistanê, Şehram Nazerî bo alîkariya mexdûrên lehiyên Xuzistan, Gulistan û Loristanê yên Îranê, konsertekê dide.

Hunermend Şehram Nazirî ji çapemeniyê re eşkere kir ku ji bo piştgirî û alîkariya xelkê mexdurê lehiyên li Loristan, Xuzistan û Gulistanê bike, ew ê di 10´ê Gulanê li Zanîngeha Senetî Şerîf li paytextê Îranê Tehranê, konserekê bide.

Ji ber şiliya zêde li parêzgahên Loristan, Gulistan û Xuzistanê lehî rabû û zirareke mezin da gund û bajaran. Ji ber wê lehiyê, zêdetir ji 70 mirovî jî miribûn û bi dehan insan jî ji ber lehiyê wenda bûn. Ligel zirara giyanî, zirareke maddî ya mezin jî ji ber lehiyê li van parêzgehên Îranê çêbûbû.

 

TEHRAN