Hunermend Mîkaîl Aslan û Cemîl Qoçgirî li Amedê konserek da.
Konser li Mala Mamosteyan pêk hat û bi sedan kes beşdarî konserê bûn. Aslan û Qoçgirî li enstrûmanan da û şeveke bêhempa li pey xwe hişt. Her du hunermandan jî stranên ji hev xweştir gotin.
Welatiyan di dema gotina hin stranan de stran li hunermendan vegerandin û stranên xwe bi dilgeşiyeke mezin gotin.
MA/AMED