Hunermend Mem Ararat li Amedê konsereke xweş da.
Konser li otelek bajêr pêk hat. Beriya konser bê lidarxistin bi sedan welatî li benda Ararat sekinînin. Piştî demeke kin Ararat bi pêşwazîkirineke germ derket ser dikê.
Ararat beriya stranên xwe bêje axaftinek kin kir. Ararat anî ziman ku ew bi kelecana konsereke nû, bi dilgermiya Aram Tîgran, bi dilgermiya Meryem Xanê û bi dilgermiya Mihemed Arîfê Cizîrî mêvanên xwe hemûyan silav dike û ji ber ku li Amedê konserê li dar dixe gelek kêfxweş e.
Piştî axaftinê Ararat bi strana “Zîz” dest bi konserê kir û gelek stranên ji hev xweştir li pey hev got û şev li welatiyan xweş kir. Di hin stranan de welatî rabûn govend girtin. Ararat bi strana “Dil disoje” konsera xwe bi dawî kir.
MA / AMED