
* Ragihandin heta niha ji bo Kobanê lewaz bûbû, lê dîsa germ bû, lê vê carê cudabûn di helwesta Tirkiyeyê de hebû. Hûn vê guhertina nû çawa dinirxînin?
Divê em qala Kobanê bikin ku berî kobanê û piştî Kobanê. Bi saya şehîdan ev serkeftin û berxwedan rûpelên dîrokê ji xwe re vekirine. Rola kobanê ne tenê di diyarkirina encamên şer de ye. Lê belê ji hemû aliyan ve ku hêzên gelekî dûrî hev bûn, li Kobanê gihandin hev, kobanê rola xwe di cîhanê de ji Stalîngiradê zêdetir list. Ev şerê Kobanê ne şerê çend terorîstan ê ku êrişî Kobanê dikin û divê ku em li pêş bisekinin lê belê hêzên li paş wan hene. Yek ji wan jî Tirkiyeyê ye. Îro Tirkiyeyê dijminatiya hemû kesê li dijî DAIŞ dike. Di serî de li dijî koalisyona navnetewî disekine. Eger bi awayekî aşkere nikaribe piştgiriya çeteyan bike jî helwest li hember kesên ku li dijî DAIŞ’ê didome. Lê belê pêr her tişt eşkere bû. Tirkiye li gorî hinek ihtîmalan ku wê biser bikeve erdê xwe da çeteyan. Derfeta çend saetan dabû çeteyan, lê belê taktîka YPG’ê ev yek vala derxist. YPG’ê pişta xwe jî vala nehiştibû.
*Dibêjin ev erebeya eşkerî bû?
Ne tenê ev erebe lê belê sînorê xwe ji çeteyan re vekiribû, birîndarên wan pêşwazî dikirin. Baregeha wan di bin pireke di nav erdê Tirkiyeyê de bû. Çawa çêbû ku desthilatdariya xwe li ser erdê xwe nikare bike li beramber wê em dibînin ku ciwanekî Kurd ala Kurdî radike dibe hedefa guleyan, lê belê teror li ser erdê wê ye û bêdeng e. Çima çapemenî û ragihandinê qedexe dike ku dîmenan weşînin û dîmenên ku kişandine bi dizî ne û kesên ku ew dîmen girtine em silav dikin.
*Ev ne cara yekemîne ku belge tên girtin. Gelek carin û vê dawiyê de depoyan de eşkere bû. Gelo ev belge têrê nakin ku dewletên navnetewî li pêş wan bisekinin bi taybet bisekin çima bêdengî heye?
Belkî bêdengî hebe lê di ware siyasî de Tirkiyeyê gelek tişt winda kirine. Yek ji wan Yekîtiya Ewopa ye ku nema dikare beşdar bibe û ev derfet winda kir. Me dît ku John Biden vala ji Tirkiyeyê derket ku Biden xwe derfeta dawî bide Tirkiyeyê û dawiya hincetên wê bigire. Em bala xwe bidinê ku daxuyaniyên wan gelek tevlihevin. Ev nîşan dide ku aloziyek mezin di Tikiyeyê de heye her wiha pirsgirêka Kurd heye ku eliqî maye, eger ku dewleta Tirk baş nêzî vê pêvajoyê nebe ber bi xwekujiyê ve diçe.
*Çawa ber bi xwekujiyê ve diçe?
Niha Tirkiye endameke NATO ye. Eger ku li gor pîvanên wê tevger neke, ew li dij wan derdikeve. Tirkiyeya ku behsa sifir problem dikir niha di asta sifir bê pirsgirêk jiyan dike ku her tiştê wê bûye pirsgirêk. Kesê ku li gorî DAIŞ planên xwe deyne ew xwe xerab dike û hildiweşîne.
*Daxuyaniya wan a ku digot me û Emerîka lihev kiriye ku herêma tampon were avakirin, çiqasî rastiya wê heye?
Meseleya herêma tampon projeya Erdogane û nikarîbû vê projeya xwe bi kesî bide pejirandin. Bi riya piştgiriya DAIŞ ku serkeftinan bidest bixîne ku hêzên navnetewî bide pejirandin ku li şûna DAIŞ tamponê ava bike weke wê bazirganê çekan ku dixwaze du alî bi hev bikevin ku çekên xwe bifiroşe. Bi riya herêma tabpon dixwaze pişt re berê DAIŞ bide herêmên din jî ku tampon xwe ya dagirker berfireh bike.
Şerê niha li dij DAIŞ şerekî dirêj e, li Kobanê ew niha hatiye şikestin lê ew ne dawiya DAIŞ’ê ye. Wê metirsiya wê her dewam bike. Ji ber wê yekê pêwîstî bi stratîjiyeke mezin heye. Niha li ser erdê tenê hêzên Kurdî hene, ji ber wê yekê em dibînin ku hinek hêzên opozîsyonê kom dikin ser hev. Dibêjin ku Kurd tenê ji bo herêma xwe ne û ji bo herêmên din jî pêwîst dike û her wiha dixwazin ku hertim alternatîfa wan jî hebe.
Dewleta Tirk bi rêya tamponê dixwaze herêmên Kurdî dagir bikin û projeya Kurdî têk bibe. Eger ku tikiyeyê li gel me şerê çeteyan bikira me karîbû bi hev re hinek bazaran bikin û li ser hinek xalan lihev kiriba. Lê Tirkiyeyê dixwazin kantonan bixînin.
Niha ev sîstema me sîstemek civakî ye û eger ku ji aliyê cografî ve hinek herêm bi dest wan bikeve jî dê nikaribe li pêş civakê bisekine ku xwe birêxistin bike.
Metrsiya Tirkiyeyê ji sîstema demokratîk e ku ev sîstem bigihîne nava wan, ev model hebûna desthilatdariyê li Tirkiyeyê dide ber xeteriyê. Tirkiye bi rêya projeya aborî dixwaz aliyê Başûr bi xwe ve girê bide, hinek pariyên xwe yên biçûk li Tirkiyeyê çêkirine, amade ye ku bi her kesî re eleqedar bibe ku Kurdên azad nepejirîne.
Ji bo ku dîroka komkujiyan dîsa dubare nebe, ez dibêjim ku şoreşa me ya niha rastiya şoreşê dide der. Lê belê di dîrokê de gelek guhertin hebûn, lê ev ne şoreş bûn. Niha şoreşa jinan heye, mirov dikare ji vê re bêje şoreş ku hişmendiyê digire nava xwe, şoreş bi cih ve ne girêdayî ye ku bi berdana bajarekî û binkeftina di şerekî de tu şoreşê winda bike. Şoreşa me hişmendî ye ku dê dîroka komkjiyan dubare neke.
Hatina van kesan ne ji rêzê ye girêdayî guehrtinekê ye ku Kurd her kes li gorî berxwedana xwe daye guhetin. Berxwedana Kobanê nîşan da ku Kurd xwedî projeyek çareseriyê ne. Wan guman dikir ku her tişt weke Sûriyeyê li gel me xerabe bûye, lê belê dema ku wan dît ku sîstemek me heye ev yek bi saya berxwedan Kobanê bûye, wan ji me re got hûn xwedî sîstemeke demokratîk in. Ev yek jî bû destpêkek ji bo demokratîkirina Sûriyeyê û wek çareyekê ji bo tevahiya Sûriyeyê ye.
Di destpêkê de projeya me ya çareseriyê heye. Projeya me ne tenê ji bo Rojava ye ji bo giştî Sûriyeyê ye û em girêdayî Sûriyeyê ye lê li hember vê divê gavên opozîsyona hundir hebe û heta bi opozîsyona derve hebe ku werin beşdarî vê gava me ya ji bo demokratîkirina Sûriyeyê bibin. Peta hewldana me heye ku em Konseya Demokratîk a Sûriyayê ava bikin û her kes dikare cihê xwe tê de bigire. Dîmîstora jî dibêje êdî pêwîstî bi vê yekê heye û cemidandina şer li Helebê weke aramiya li Rojava ye û projeya Rojava amade ye û dikare ezmûnekê jê werbigirin.
Hûn dibêjin eger kî bixwaze bi rastî çareseriyê ji bo Sûriyeyê peyda bike ; va ye Rojava li pêş we ye. Rûsya û Îran jî her kes dixwaze çareserî peyda bike, va ye Rojava li pêş her kesî ye. Tevî vê yekê jî çima dûr diçin?
Parçekirina ji bo Sûriyayê nabe çareserî ji ber ku niha civak di nava hev û din de jiyan dike û parçekirina jihevxistina civakê ye dê dijminahiyê di nava mezheb û neteweyan de çêbike û ez wek kesekî li Rojava dev ji mafê xwe yê li Şamê bernadim. Niha rewabûna sîstema Rojava di nava qada navnetewî ve bi biryarekê çênabe. Têkoşênek û wextek jêre divê heta ku her tişt ji aliyê derve re zelal be. Lê belê derî vebûye, Kobanê derî ji Rojava re vekir ku rewabûnê bide Rojava û ev yek jî ku bi encamê bibe girêdayî gurtinên derdorê ye.
*Dibênjin ku dê delegeyek ji xweseriya demokratîk biçe Emerîka tiştekî wisa heye?
Tiştekî wisa hebe girêdayî komîteyên dîplomasiye ye û plansaziyên wan hebin wê di demên pêş de eşkere bibe.
*Ji bo dema pêş bendewariyên we çi ne?
Em di nava têkoşîneke giran de ne û êrîş li ser me giran in. Em ne aşiqê şer in, em tiyên azadiya xwe ne û em jiyanek demokratîk dixwazin. Vî miletî heq kiriye ku di nava demokrasî û aramiyê de bijî. Derfetên dîrokî didest me de hene û eger ku em bikar neynin wê ji dest me biçe. Eger şaş werin bikaranîn wê neyînî bin. Lê belê têkoşîn û encamên heta niha derketine holê radixin ber çavan ku em di riya rast de ne.
ANHA/NAVENDA NÛÇEYAN