Li ser daxwaza gelek welatan, Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) doh gava nûçeya me dihata amadekirin, li dijî dagirkeriya Tirk diciviya. Belçîka, Fransa, Elmanya, Lehistan û Brîtanyayê doza civînê kiribûn.

Wezîrê Karê Derve yê Holandayê ji ber sedema dagirkeriya Tirk bang li sefîrê Tirk kir. Wezîr Stef Blok li ser hesabê Twîtterê got, ‘’Holanda operasyona Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar dike. Min bang li sefîrê Tirk kir. Em bang li Tirkiyê dikin da ku ji vê rêyê biqere.’’

Wezîra Fransayê ya Karûbarên Ewrûpayê Amelîe de Montchalîn jî got, ew êrişa dagirkeriyê, ‘’bi tundî şermezar dikin’’.