Artêşa Sûriyeyê ya ku tundî û kuştin ji xwe re kiriye rêbaza têkbirina serhildana gel, di van rojên dawî de ast û rêjeya vê tundiyê gelekî bilind kiriye û rojane nêzî 100 kesî tê kuştin. Di vê dema dawî de bi zêdebûna çalakiyên leşkerên ji artêşa Sûriyeyê veqetyayî li dijî yekîneyên leşkerî destwerdana artêşa Sûriyeyê jî zêdetir bû û lewre jî hejmara kuştiyan derketiye radeyeke bilind.
Artêşa Sûriyeyê bi taybetî j îli bajarokên derdora paytext Şamê û li Idlibê bi leşkerên artêşa veqetyayî an jî wekî ku dibêjin bi ‘artêşa Sûriye ya Azad’ re dikevin nava şerên giran.
Li ser van pêşketinan hin welatên Erebî endamên şandeya çavdêran ên welatê xwe ji şandeyê kişandin û yekitiya welatên Ereb bi giştî jî karê vê şandeyê ji bo demekê rawestand.
Li gorî çavkaniyên çalakvanên Sûriyeyê komên çekdar ‘artêşa azad’ gelek bajarokên derdora Şamê xistibûn bin kontrola xwe lê piştî mudaxeleya artêşa Sûriyeyê niha dîsa ew bajar ketine destê hêzên ewlekariya Sûriyeyê.
Di van destwerdanan de û di şer û pevçûnên ku diqewimin de hin leşkerên herdu aliyan jî tên kuştin lê herî zêde ziyan digihê gelê sivîl û piraniya kuştiyan ji sivîlin, jin û zarok jî di nava kuştiyên vê dawiyê de gelekî zêdebûne.
Rewşa gelek deverên Sûriyeyê niha bûye wekî rewşa kolanên Lîbyayê ku êdî kes zû biz û nikare xwedî li cenazeyan jî derkeve.
Li gorî çavkaniyeke çalakvanên şoreşê di nava 66 kesên ku roja yekşemê hatin kuştin de 26 leşker, 5 endamên hêzên ewlekariyê û 9 jî ji leşkerên veqetyayî hatine kuştin. ji van kesên ku hatine kuştin 6 li Şamê, 12 li navçetên Şamê, 8 li Humsê, 4 li Hemayê û 4 jî li Idlibê.

Hewldanên Ereban 

Niha welatên Yekitiya Ereban piştî ku rejîma Sûriyeyê hewldan û plansaziya wan a ji bo çareseriyê qebûl nekir, berê xwe dan saziyên navnetewî. Welatên Erebî bi hemû hêza xwe dixwaze ku Netewên Yekbûyî piştgiriya wan bike da ku Sûriyeyê mecbûr bike ku wê pêşinyara Ereban qebûl bike ku di serî de daxwaz dike ku Beşar Esad desthilatdariya xwe radestî cîgirê xwe bike. Niha her kes li hêviya biryara Netewên Yekbûyî maye û dê li gorî biryarên Netewên Yekbûyî pêvajoya nû ya derbaarê Sûriyeyê de were destpêkirin. 

Piştî ku gelê Sûriyeyê hêviya xwe ji gelek hêz û derdoran birî vê carê ji neçarî li hêviya hewldana Ereban û biryareke nû ya Konseya Ewlekariyê ye. Li gorî vê biryara Konseya Ewlekariyê der barê Sûriyeyê de li wê gorê dê rewşa nû ya gelê Sûriyeyê û muxalefeta Sûriyeyê were destnîşankirin. Heta niha hemû biryarên navnetewî li vetoya Çîn û Rûsyayê diqelibin û niha hewldanên Amerîka û welatên Rojavayî hene ku Rûsyayê qayil bikin ku tevli biryarên li dijî Sûriyeyê bibe.

ŞAM