Li gorî çavkaniyên şoreşa Sûriyeyê roja duşemê 120 kes hatine kuştin di nava wan de derdora 80 leşkerên ku artêşê veqetyane hebûn.
Artêşa Sûriyeyê operasyonên berfireh li Hums, Dêra Zorê û Idlibê daye destpêkirin. Rêveberiya Şamê plana aşitiyê ya Komkora Ereban ku ‘şandina şanda çavdêran’ jî heye, bi awayeke fermî îmze kir. Aşkare bû ku Konseya Neteweyî ya Sûriyeyê ku ji Tirkiyeyê piştgirî digire ji vê yekê bêzar e.
Li gorî nûçeya AFP’ê Serokê Konseyê Burhan Xelyûn ku li derveyê welêt dijî daxuyaniyek da rojnamevanan û got; “Ji bo mijara Sûriyeyê neç ber destê Konseya Ewlekariyê ya NY’yê rejîma Sûriyeyê ew protokol bi kar aniye.”
Xelyûn got; “Ger rejîma Sûriyeyê di tundiyê de berdewam bike, wê Konsey û welatên ereban serî li riyên êşandinê bidin. Wê demê dê li hin cihan pêwîst bike ku em hêz bi kar bînin.”
Protokol li Qahîreya paytexta Misirê di navbera Alîkarê Wezîrê Derve yê Sûriyeyê û Sekreterê Giştî yê Komkara Ereban Nebîl el Arabi de îmzekirin. Di plana aşitiyê ya Komkara Ereban de ‘diyaloga di navbera hikûmet û muxalîfan de, şandina şanda çavdêran a ji aliyê Komkara Ereban ve, rawestandina tundiya li Sûriyeyê, vekişîna leşkeran ji nava bajaran û serbestberdana kesên ku di bûyerên dawîn ên li Sûriyeyê de hatine girtin’ hene. Wezîrê Derve yê Sûriyeyê Welîd Mualîm li paytext Şamê civîneke çapemeniyê li dar xist û diyarkir ku wana li ser esasê ku di pêkanîna guhertinên di protokolê de yên ji aliyê Sûriyeyê ve hatine daxwazkirin, protokol îmze kiriye. Muallim got; “Ger di protokolê de guhertin pêk nehatiba, me jî îmze nedikir.”
Muallîm destnîşan kir ku ew çareseriyeke siyasî dixwazin û got; “Îmzekirina protokolê destpêka hevkariya ligel Komkara Ereban ne. Mûelim wiha berdewam kir û got: Em çavdêrên Komkara Ereban silav dikin.” û herî dawî ragihand ku desthilatiya Sûriyeyê di protokolê de hatiye mîsogerkirin.
ŞAM