Welatiyê bi navê Şevket Koçak, diyar kir ku hefteyeke av û elektrîka wan tune û wiha got: “Ji ber qutkirina ceryan û avê em nikarin pêdiviyên xwe bi cih bînin. Êdî ava xwarin û vexwarinê tuneye. Em nikarin xwarinê ger bikin. Ava çayê jî tune. Ev ne heqê xwedê ye.” Koçak, da zanîn ku ew biçin nav baxçeyê xwe konên xwe deynin ji rewşa wan kontyenira çêtire û wiha axivî: “Em ji karesta erdhejê ne kêfxweş in. Em li vir îşkenceyê dibînin. Koçak, anî ziman ku dê biçin ji ber perşaniya xwe daxwaznama xwe bidin walîtiye ku bila pirsgirêkên wan bên çareserkirin. Koçak, got ku ger walî alîkarî nade wan bila ji wan re bêje herin malê xwe bijîn.
Haşîm Marangoz, jî destnîşan kir ku konteynir avêtine holê û çûne. Marangoz, diyar kir ku miduriyeta bajarê konteynirê ji wan re gotiye dê pirsgirêkê wan xelas bibin û wiha got: “Tunebûna av û ceyran tune em perîşan bûn. Ew jî dibêjin erê erê lê tu çareserî li holê tuneye.”

DÎHA/WAN