Her wiha li Qilêban a Şirnexê li nêzî yekîneyeke leşkerî ya ser sînor şer derketiye û leşkerek hatiye kuştin. Her wiha HPG'ê derbarê operasyona berfireh a li Dêrsimê hate destpêkirin de jî agahî dan.

Pêngava Çelê di roja 5'êmîn de ye
Li Şemzînan a Colemêrgê kontrola gerîlayan ya li ser herêmê di hefteya sêyemîn de jî berdewam dike. Li aliyê din pêngava di çerçoveya Operasyona Şoreşgerî ya HPG'ê ku li Çelê dabû destpêkirin jî di roja pêncemîn de berdewam dike.  Têkildarî rewşa Çelê HPG'ê ragihand ku piştî destpêkirina oparasyona gerîlayan a 4'ê Tebaxê li herêma Çelê ku qad di bin kontrola gerîlayan de ye gelek çalakî pêk hatine. HPGê derbarê çalakiyên gerîlayan ên pêr li Çelê pêk hatin de ev agahî dan: "Di çerçoveya Operasyona Şoreşgerî ya gerîlayên me de roja 9'ê Tebaxê li Çelê 3 çalakî pêk hatin. Di 9'ê Tebaxê de saet 11'an li dij qereqola Karataşê ya Çelê, saet di 13:00'an de li dij Tabûra Êrîşê û saet di 15:00'an de li dij Tabûra Serê Sêvê çalakiyên bi bandor pêk hatine. HPG'ê ragihand ku derbarê wendahî û birîndarên artêşa Tirk de agahî ne hatine bidest xistin.
HPG'ê ragihand ku li herêmê hêzên artêşa Tirk ne di nava tevgerê de ne û tenê ji baregehan herêmê bomberan dikin. Hat ragihandin ku herêmên di nava sînorê Zap'ê de yên mîna Xeregol, Mahir Mîrzo, Çiyayê Reş, Girê Angola û gundê Spîndarokê ên girêdayî Şeladizê de bûne hedefa bombebarana Artêşa Tirk.
HPG'ê têkildarî nûçeyên di çapemeniya Tirk de hatin weşandin û îdîa kirin ku gerîlayan kontrola rê kiriye û çalekiyeke bê encam li dij yekîneyên mudaxele kirine de jî agahî dan. HPG'ê destnîşan kir ku di çalakiyê dedu wesayitên leşkerî hatine texrîb kirin.

Li ser rêya Mêrdîn û Amedê çalakî
Navenda Têkilî û Ragihandina HPG'ê derbarê çalakiya gerîlayan a li ser rêya Mêrdîn û Amedê de jî agahî dan. HPG'ê têkildarî çalakiya gerîlayan ev agahî d an: " Di 9'ê Tebaxê de di saet 18.00'an de li ser riya Amed-Mêrdînê li dijî 3 wesayitên artêşa dagirker a tirk ên derketiye operasyonê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarsxistin. Di encama vê çalakiyê de wesayita reo hatiye rûxandin, wesayita daggeyigî jî hatiye rûxandin. Herweha hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin. Agahiya kontrolkirina rê ya di çapemeniya tirk de derbas dibe dûrî rastiyê ye. Herweha agahiyên gihîştiye dest me ji bo wesayita rûxiyaye neyê dîtîn, rê ji aliyê dijmin ji çûn û hatinê hatiye girtin."

Li Qilêbanê leşkerek hate kuştin
 HPG'ê ragihand ku di 9'ê Tebaxê de di saet 18.30'an de li navçeaya Qilabana Şirnexê li nêzî baregeha leşkerî ya Girê Meymûn di navbera leşkerên artêşa dagirker a Tirk û gerîlayan  de pevçûnek qewimiye. Hat ragihandin ku di encama vê pevçûnê de leşkerek hatiye kuştin.

Li Dêrsimê operasyon
Di vê navberê de hate hînbûn ku hêzên artêşa Tirk ên li herêma Zagros û Botanê bê bandor mane li herêmên din operasyonan pêk tînin. HPG'ê ragihand ku li Dêrsimê operasyonê dest pê kiriye û ev agahî dan: " Di 10'ê Tebaxê de  di saetê beyanî de li navçeya Pulura Dersimê li dijî herêmên Yasak, Zarîk, İşikvuran û Mankurekê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi rengê keşf û kemîn vedanê operasyonek hatiye destpêkirin. Operasyona li herêmê hîn jî destpêdike."

OZGUR ASLAN / ANF/BEHDÎNAN