Rêxistina Asûrî ya Demokratîk û Partiya Yekîtiya Suryanî piştî civîna wan a hevbeş bi daxuyaniyekê diyar kirin ku herdu aliyan bi armanca zêdekirina koordîneya xwe lihevkirine. Bi daxuyaniyê bi bîr xistin ku aloziya li Suriyê her ku diçe zêde dibe û ev yek bi taybet jî têsîra xwe li gelê Suryan dike. Lewma rayedarên Partiya Yekîtiya Siryanî û Rêxistina Asûrî ya Demokratîk li Sûriyê hevdîtin û civînên xwe bi hev û dû re zêde bikin da ku alîkarî û koordîneya di nevbera wan de xut bibe û di derbarê hemû dozan de yek deng û mekanîzmeyeke xebatên hevbeş pêk bînin.

Xalên li ser hatin lihevkirin ev in:

* Sûriyê dewleteke pir netewe ye.  Pêwîst e destûra mafê tevahî pêkhateyan bê parastin. Ziman û çandên her neteweyê niştimanî ne û nûnertiya pêkhateya dîrokî û şaristaniya Sûriyeyê dike.

* Dûrkirina pêkhateya Suryanî Asûrî ji bicihanîna rola wê û înkarkirina mafê wê û paşguhxistina hêza wê ya siyasî tê red kirin, divê nûnerên Suryanî Asûrî di danûstandinên Cinevreyê de cihê xwe bigirin.

* Divê rayedarên Suriyê nêzîkatiyê bi sîstemên modern û bi bingehên bo avakirina Suriyê di serî de jî sîstema Federaliyê re bikin û bi awayekî erênî tevbigerin da ku tiştên xirab ên di sîstema navendî de derbas bikin. 



 NAVENDA NÛÇEYAN