Endamê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Mistefa Minbic diyar kir, ku Tirkiye naxwaze hêzên Meclîsa Leşkerî ya Minbîcê bi pêş ve biçin û got: “Ji bo pêşî li pêşveçûna şervanên me ya li Minbicê bigire, tevî çeteyên DAIŞ'ê bi rengekî koordînekirî êrîş dike.”

Minbic da xuyakirin ku şervanên wan ji aliyên rojava, başûr, rojhilat û bakurê Minbicê ve ketine nava bajêr û mal bi mal, kolan bi kolan ber bi navenda bajêr ve diçin.


‘Nahêlin sivîl ji bajêr derkevin’

Minbic bal kişand ser hebûna sivîlan a li nava Minbicê û got, "Çeteyên DAIŞ'ê nahêlin sivîl ji bajêr derkevin. Di heman demê de ji bo xwe weke mertalên sivîl bi kar tînin. Ewlekariya jiyana sivîlan ji bo me gelekî girîng e û em naxwazin jiyana sivîlan bikeve nava xeterê. 

Ji bo rizgarkirina mirovên me yên ji aliyê çeteyan ve weke mertalên zindî tên bikaranîn, em di nava hewldanan de ne.”


Gelek sivîlan xwe gihand deverên azad

Mistefa Minbic, da zanîn ku heta niha hêjmareke zêde mivorên sivîl xwe ji nava lepên çeteyan rizgar kiriye û weha pê de çû: “Rêxistinên Mafên Mirovan ên Navneteweyî ku pêngava me ya rizgarkirina Minbicê ji roja destpêkê ve dişopînin, destnîşan dikin ku cara yekemîn e di operasyoneke leşkerî ya li Sûriyeyê de ji bo sivîlan hesasiyeteke mezin tê nîşandan. Û ev yek di raporên xwe de jî nivîsandin."

Mistefa Minbic da zanîn ku hêzên wan li nava bajarê Minbicê kolan bi kolan ber bi navenda bajêr ve diçin û got: “Li hemû eniyan kontrol û serdestî di destê şervanên me de ye. Yanî çeteyên DAIŞ'ê bi lez û bez ber bi tinebûnê ve diçin."


‘Wê têkiliyên Tirkiyê û DAIŞ’ê têk biçe’

Endamê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Mistefa Minbic bal kişan ser hevkariya dewleta Tirk ya bi  çeteyên DAIŞ’ê re û got, “Azadiya Minbicê tê wateya têkbirina têkiliyên polîtîk û aborî yên DAIŞ´ê û dewleta Tirk. Ji ber vê yekê dewleta Tirk naxwaze cihekî ewçend stratejîk ji aliyê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ve bê rizgarkirin. Lewma ji pêşveçûna şervanan aciz e.”


‘Em ê bi ser bikevin’

Mistefa Minbic, diyar kir ku Tirkiyeyê ji bo dorpêça li ser bajarê Minbiçê bide rakirin, çeteyên DAIŞ'ê di ser xeta Cerablûsê re dixe nava tevgerê û êrîşeke berfireh pêk tîne. Minbic li ser mijarê got, “Naxwe hêzeke DAIŞ'ê nîne ku bi tena serê xwe van êrîşan pêk bîne” 

Minbic herî dawî soza rizgarkirina Minbicê ya dayî hevalên xwe yên jiyana xwe ji dest dayî, dubare kir û got, "Em îro ji her demê bêhtir nêzîkî serketinê ne. Bêguman em ê bi ser kevin."


MAHÎR YILMAZKAYA/ANF/MINBIC 




Tirkiye bûye rêgeha DAIŞ'ê 


Di belgeyên “Veşartî" yên Midûriyeta Polîsan de derket holê ku agahiya dewleta Tirkiyeyê ji endamên DAIŞ'ê yên ji Tirkiye derbasî Ewrûpa bûyî û li wir çalakî pêk anî, heye. 

Di belgeyên "Veşartî" yên di destê Midûriyeta Polîsan de der barê endam û xebaten DAIŞ'ê de agahiyên nû hatin bidestxistin. 

Hat diyarkirin ku DAIŞ´ê li Girê Spî “Navenda Rêveberiya Sînor" û girêdayî wir jî “Ofîsa Koordinasyonê" ava kiriye. Hat zanîn ku yên ji derve tên Tirkiyeyê bi rêya van navendan derbasî Sûriyê dibin û dîsa di van navendan re derbasî Ewrûpa dibin. 

Midûriyeta Giştî ya Polîsan berî çeteyên DAIŞ'ê dest bi çalakiyên komkujiyê bikin, di nîsana 2015’an de ji Midûrê Polîsan ê 35 bajaran re belgeya "veşartî" şandibû. Di vê belgeyê de derket holê ku agahiya Midûriya Polîsan a Giştî ji tevgera endamên DAIŞ'ê heye û dizanin kengî û li ku derbas dibin. Di belgeyan de diyar e ku ji Ewrûpa û Tirkiyeyê çete di ser “Navenda Rêveberiya Sînor" û “Ofîsa Koordinasyonê" yîn li Girê Spî re derbasî Sûriyê dibin û piştî perwerde dibin dîsa di van navendan re derbasî Tirkiye û Ewrûpa dibin. 

Di belgeyê de çeteyên DAIŞ'ê weke “Şervanên Terorîst ên biyanî (yts)” hatine binavkirin. Heta bi kitekitan jî di belgeyan de cihê xwe digirin: "Bi awayekî organîze derbas dibin. 


Taksiyên Dîlokê ji bo DAIŞ'ê dixebitin

Di belgeyê de dibîne ku navbênkarê li Tirkiyeyê endamê DAIŞ'ê bi rêya taksiyên li Dîlokê wan derbasî sînor dike. Belge dibêjin, endamên DAIŞ'ê wekî ku bi fermî sînor derbas bikin, bi hêsanî û aram derbas dibin. 


Ji bo êrîşên li Tirkiye du tabûr hatin avakirin

Mirov ji van belgeyan pê dihise ku endamên DAIŞ'ê piştî perwerdeyê ji Sûriyê derbasî Tirkiyeyê dibin û li Tirkiye û Ewrûpa çalakiyên xwe pêk tînin. Yên ku perwerdeyê diqedînin û di lêpirsîna ewlehiyê re derbas dibin, nasnameyên wan û pasaportên wan dîsa paşve didin wan. 

Hat zanîn ku DAIŞ'ê vê dema dawî tabûrên bi navê ‘Endulus’ û ‘Enver Al Awlak’ ava kirine û li vir endamên xwe perwerde dike. Di dewama nivîsê de hat diyarkirin ku endamên DAIŞ'ê yên tên Tirkiye bi taybetî Balafirgeha Sabiha Gokçen hildibijêrin û li vir bi hêsanî derbas dibin. 

Endamên DAIŞ'ê herî dawî êrişî Balefirgeha Ataturkê kiribû. Lê li gel endamên DAIŞ'ê ew qasî bi hêsanî derbasî Tirkiyeyê dibin û li balefirgehê komkujiyan pêk tînin jî, dîsa Tirkiye bêhtir ji YPG’ê aciz e. Leşkerên Tirkiye ji cotmeha 2015’an û heta niha piştî ku Girê Sipê ket destê YPG'ê li ser sînor 20 welatî qetil kirin.  


HAYRÎ DEMÎR/DÎHA/ENQERE