
EHMED SEMÎR / ANHA / QAMIŞLO
Bi armanca bipêşxistina aboriya civakî li Bakurê Sûriyeyê koperatîf hatin avakirin. Van koperatîfan îsbat kir ku dikarin pêdiviyên jiyanî yên civakê peyde bikin û rê li pêşiya malgirtin û keysbaziyê di bazaran de bigirin. Heta niha li herêmên federaliya demokrastîk a bakurê Sûriyeyê bêtirî 142 koperatîfan hatine avakirin.
Koperatîf hevgirtineke serbixwe ya welatiyan in ku hevkariya hevudu ji bo sûdeke civakî, aborî û çandî ya hevbeş dikin. Armanca koperatîfan jî ew e ku malgirtin û keysbaziya di bazaran de tine bikin û dengeyekê di bazaran de ava bikin. Di wê demê de ku herêmên Bakurê Sûriyeyê bi ambargoyeke giran re rû bi rû bûn, welatiyan bi alîkariya saziyên têkildar ku di dema şoreşê de hatibûn avakirin koperatîfên xwe avakirin û bipêşxistin.

Koperatîfên Rojava
Piştî ku şoreşa Rojava di 19’ê Tîrmeha 2012’an de dest pê kir, welatiyên Rojava xebatên xwe di hemû aliyên jiyanê de bi pêş xistin. Welatiyan her wiha bi armanca bipêşxistina rewşa aborî koperatîfên xwe ava kirin, her wiha komîteyên aborî û paşê jî komîteyên koperatîfan li her devereke herêmên Bakurê Sûriyeyê ava kirin.
Aliyên têkildar pênasekirina têgeha koperatîfan di nava neteweya demokratîk de weke ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di nivîsên xwe de şîrove dike, girtin ser xwe. Di van koperatîfan de rola jinan di rêveberiyê de sereke ye. Koperatîfa Şilêr a taybet bi jinan li bajarê Qamişlo mînaka vê yekê ye.
Li herêmên Bakurê Sûriyê gelek komîte ji bo bipêşxistina xebatên koperatîfan hatine erkdarkirin. Yek ji van komîteyan Komîteya Çandiniyê ye ku hemû pêdiviyên çandiniyê ji cotkaran re bi rêya koperatîfan peyda dike, komîteya pîşesaziyê jî pêdiviyên sereke yên civakê peyde dike. Di kopertîfên herêma Cizîrê de li gorî serjimarên Yekîtiya Koperatîfan a Rojava 3080 malbat cihê xwe girtin.
Komîteya Bazirganiyê madeyên xwarinê, zibil, çimento, hesin bi alîkariya koperatîfa “Hevgirtin” bi buhayeke erzan peyde dike. Di vê koperatîfê de jî bêtirî 6000 kes ên herêma Cizîrê beşdar bûne. Heta niha hejmara koperatîfên li herêmên federaliya demokratîk a Bakurê Sûriyê hatine avakirin bêtirî 142 ne. Li herêma Cizîrê 87 koperatîf, li herêma Efrînê 21 koperatîf, li herêma Feratê 34 koperatîf hene.
Ji bo deverên nû rizgarkirî projeyên koperatîfan
Hevseroka Yekîtiya Koperatîfan a herêma Cizîrê Nebîle Mihemed diyar kir ku niha gelek koperatîf li herêmên nû hatine rizgarkirin tên avakirin, ên weke Reqa, Tebq û Dêrazorê. Nebîle Mihemed di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku koperatîfên cuda li seranserî herêmên Bakurê Sûriyeyê li gorî pêdiviya her herêmekê hatine avakirin. Her wiha bi saya van koperatîfan rê li pêşiya harbûna buhayên di bazaran de hatiye girtin û keysbazî û malgirtina di bazaran de jî hate tunekirin.