
Ebdullah, der barê hevdîtina wan bi Serokkomarê Fransayê Francois Hollande re agahî da. Ebdullah diyar kir ku Hollande ji ber têkoşîna li dijî DAIŞ'ê ew pîroz kirine û ji wan re gotiye; "Di dema pêş de danûstandinên me yên bi rayedarên PYD'ê re wê dewam bikin û di mijara ji nû ve avakirina Kobanê de em ê alîkariyê bikin."
Ebdullah da zanîn ku di serî de rejîma Sûriyeyê divê tevahiya raya giştî ya cîhanê destekê bidin modela xweseriyê ya li Rojava bi pêş ve dikeve û got, "Ev model wê li Rojhliata Navîn di avakirina sîstemeke demokratîk de wê bibe sembol." Ebdullah axaftina xwe wiha dewam kir: "Pêwîste hêzên neteweyî, beriya her tiştî ji bo avakirina korîdoreke ewlekariyê ya li Rojava bixebitin. Niha li derveyî Rojava li Başûrê Kurdistanê jî li Kerkûk û Şengalê Hêzên Parastinê yên Kurd li dijî DAIŞ'ê li ber xwe didin û ev rewş li Rojava li hemberî hemû kantonan hînê xeteriyeke. Ji bo careke din Rojava û Kobanê li êrîşên bi vî rengî rast neyê, em ê stratejiyên cuda biafirînin."
'Cîhanê bandora jinê dît'
Ji Fermandarên YPJ'ê Nesrîn Ebdullah jî got, "Serketina li Kobanê bi dest ket, ne tenê ji bo gelê Kurd, serketina tevahiya mirovahiyê ye li dijî çeteyên dijminê mirovahiyê DAIŞ'ê."
'Modela aştiyê bipêş dikeve'
Ji Senatoya Belçîkayê Anne-Marie Lizin jî beşdarî konferansê bû û got, "Ji roja destpêkê ve em dizanin ku hûn têkoşîneke çiqasî zehmet dimeşînin û li ser navê mirovahiyê ji ber vî şerê hûn bi ser ket, spasiyên xwe pêşkêşî we dikim." Lizin ragihand ku li Kobanê 'şerê ji bo mirovahiyê' hatiye dayîn û anî ziman ku modela li Rojava bi pêş dikeve jî, modeleke aştiYê ye dikare ji tevahiya Rojhilata Navîn re bibe mînak. Lizin nerazîbûn nîşanî ragirtina PKK'ê di 'lîsteya rêxistinên terorê' da û got, "Rewşeke normal nîne. Ji bo PKK ji lîsteyê bê derxistin em di nava hewldanan de ne."
Azadiya Kobanê silav kirin
Ji Partiya Çep a Fransayê Alain Billion jî got, "Ez jinên Kurd ên li Kobanê li dijî barbar, paşverû û faşîstan bi lehengî li ber xwe dan pîroz dikim. Her wiha ji bo kifşkirina kujerên sê jinên Kurd ên şoreşger li Parîsê, pêwîste meqamên Fransayê wezîfeya dikeve ser milê xwe bicih bînin."
Sekreterê Giştî yê Partiya Komunîst a Fransayê Pierre Laurent, Parlamenterê Partiya Keskan Sergio Corronnado, Parlamenterê Partiya Sosyalîst Gerard Bapt, Şaredarê Herêma 10. a Parîsê Remi Ferad ên tevlî konferansê bûn, bi peyameke hevpar serketina Kobanê silav kirin û xwestin PKK ji 'lîsteya rêxistinên terorê' bê derxistin.
ANF/PARÎS