Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) daxuyakirin ku pirgirêka ewlekariyê hîna li Iraqê bi dawî nebûye û rêya herî bi ewle û gel pêwîstiyên xwe yên jiyanî pêk tînin ji bo Şengalê, korîdora mirovî ye. Herwiha eşkere kir ku xeterên li ser civaka Êzîdî didomin û divê bi fermî korîdora mirovî ji aliyê hikûmeta Iraqê ve were vekirin.
MXDŞ´yê got, Başûrê Kurdistanê ji bo Şengaliyan ne ewle ye û Iraq jî ji çeteyên DAIŞ‘ê bi temamî nehatiye paqijkirin û wiha dewam kir: “Mînaka herî dawî jî doh sê welatiyên Iraqî li Musilê ji hêla çeteyên DAIŞ’ê ve hatin kuştin. Ev ji bo Şengalê ji xeterek e. Em nêzikatiyên hikûmeta Başûrê Kurdistanê jî ji nêz ve nas dikin. Bi dehan mirovên me di dema çûyin û hatinê de hatin girtin. Zext li ser ciwanên û gelê me tê kirin. Malbatên me dilê wan ne rehet e ku zarokên wan wî deriyî bi kar bînin.”
MXDŞ´ê girtina korîdorê û têkiliya vê yekê bi êrişan re jî bi bîr xist û got, “Roja ku deriyê navbera Şengal û Başûrê Kurdistanê hate vekirin, êrişa hewayî li ser xakên me pêk hatin. Şehîd çêbûn. Korîdora mirovî hate girtin. Ev plan hevpar e ya bi destê PDK, dewleta Tirk û hikûmeta Iraqê re hevpar hatine girtin. Em wek civaka Ezîdî dibêjin, em hişyar bin. Ji bo hêz, rêxistin û îradeya civaka Êzîdî bi her awayî em ê tekoşîna xwe bilind bikin.”
ROJNEWS / ŞENGAL