Şewba vîrusa koronayê di rojeva cîhanê de hê jî li rêza pêş e. Tirs heye ev yek demeke nediyar dewam bike. Mîna kabûsekê li ser jiyana mirovan rûniştiye. Gelek kes ji vê rewş bêhna wan diçike û xwe di nava filmekî tirsê de dibînin. Lewma ji bilî şewba koronayê nexweşiyên ji ber wê jî zêde dibin. Heta hinek mirov xwe ji ber vê rewşa kabûswarî dikujin.

Li ser rewşê gelek analîz têne kirin. Ji ber ku rewş ne diyar e, gelek analîzên di asta bîrûbaweriyê de têne kirin. Hinek kes bawer dikin ku ev vîrus li labarotûwaran hatiye çêkirin û weke sîleheke biyolojîk tê bikaranîn. Herçiqasî ev weke şerekî desthilatî û sermayedariyê were şirovekirin jî xisara vê vîrusê li sermaye û desthilatê jî bi mîlyaran dolar e. Ji ber ku piranî kal û pîr bi vê vîrusê can didin, hinek bawer dikin ku vîrus bi kêra dewletan tê da ku mûçeyên teqawitbûyiyan nedin. Lê xisara heyî ji mûçeyên teqawitan qat bi qat zêdetir e. Axirr, ev her çi be, xisara vê vîrusê bê hed û hesab e. Her roj nûçeyên mirinê hene û nexasim ji bo kesên xizm û nasên xwe di vê bobelatê de didin, vîrus trajedî ye. Qedexeya derketina derve û rewşa nediyar a siberojê piraniya civakê xistiye nava fikaran. Di warê aborî û civakî de tirseke mezin heye. Hinek kes pêşbîniya rojên hê xirabtir dikin. Herçiqasî hinek bibêjin dernekevin derve jî di rewşeke demdirêj de mirov ê neçar derkevin û heta serî rakin.

Ji ber vê jî gelek zanyar serê xwe li ser encam, hejmar û rewşên berbiçav diêşînin; hewl didin bi awayekî objektîftir maneyê bidin bûyerê û diyardeyên darîçav bi awayekî zanistî şirove bikin.

Hejmar ji me re çi dibêjin ?

Li gorî bijîşkên Ingilistanê, piraniya kesên bi vîrusa koronayê can didin emrê wan mezin in. Kêm ciwanên can dane, paşê derketiye holê, sedema esasî ya candana wan ne korona ye. Yan nexweşiyeke din e, yan jî korona dike ku ew ji ber wê nexweşiyê bimirin. Hinek kesên tê gotin ji ber koronayê mirine jî derket holê ne ji ber koronayê ji ber hin nexweşiyên wan ên berê ne. Mînak li Conventry a Ingilistanê ciwanekî 18 salî yê can da hat gotin ji ber vîrusa koronayê ye, lê paşê derket holê ku ciwan ji ber nexweşiyeke din miriye.

Jixwe piraniya kesên bi vîrusa koronayê mirine, li cem wan nexweşiyên weke diyabet , dil û tansiyonê hene. Yanî wer xuya ye ku vîrusa koronayê nexweşiyên heyî bi lez dike. Tevî vê yekê jî lêkolîn hene, gelo bi rastî vîrus heta çi radeyê di mirina mirovan de bi bandor e.

Li Ingilistanê her sal 600 hezar mirov dimirin. Li gorî zanîngeha London a Imperial College jî eger vîrus li tevahiya civakê belav bibe wê heta Tebaxê 500 hezar mirovê bimirin. Gelo bi xwetecrîdkirina mirovan wê çend mirov bikaribin mirina xwe dereng bixînin. Li gorî zanyaran wê 250 hezar mirov ê bi şewbê nemirin. Lê ev hejmar jî ji wî beşî ye ku temenê wan mezin e, û tenê wê hinekî mirina wan dereng bimîne.

Ji ber vê jî hinek rêveber û desthilat difikirin ku li şûna ew çend xwe tengav bikin û zirarê bidin aboriyê, li şûna wê belavbûna şewbê li tevahiya civakê li ber çav bigirin û xwe ji vê kabûsê xilas bikin. Kesên wisa difikirin, şewba koronayê weke şewba tayê dibînin. Lê eger şewba koronayê pênc caran an jî deh caran bi bandortir be hingê xweparastina mirovan wê karibe beşekî mezin mirovan ji şewbê xilas bike. Li gorî lêkolînerên Zanîngeha Brîstolê, eger mirina mirovan were rawestandin jî wê mirovê ji ber tengasiyên ekonomîk bêhtir zirarê bibînin.

Rewş her çi dibe bila bibe, tirseke din a mezin ew e, sermayedar û desthilatdar wê hewl bidin kêmûkurtiyan ji bo berjewendiyên xwe bi kar bînin; ji bo kontrola xwe ya li ser civakan zexmtir bikin wê qelsî û lawaziyan xirab bi kar bînin.