Li Wanê û bajarên derdora wê tirs û fikara ji ber vîrûsa Korona belav dibe. Di serî de nexweşxane, sûk û qadên komî yên gel ji ber tirsa ji vîrûsê vala dibin.
Şewba Covîd-19 vîrûsa Korona ku li Çînê derkete holê, li dehan welatan belav bû. Yek ji van welatan jî Îran e. Vîrûsa Korona ku li bajarê Qûmê yê Îranê rû da li gelemperiya Îranê bû sedema mirina 19 kesî. Zêdebûna hejmara mirovên ji ber vîrûsê li Îranê mirin, li bajarê Wanê ku li ser sînorê Rojhilatê Kurdistanê ye bû sedema tirs û fikaran. Di serî de nexweşxane, sûk û qadên komî yên gel ji ber tirsa ji vîrûsê vala dibin. Ji ber vê panîkê mirovên ku li nexweşxaneyan randevû standin randevûyên xwe betal dikin. Tevî ku deriyên sînor girtî ne, welatiyên Îranê hîn jî tên Wanê. Îraniyên ku bi rêya balafiran diçin Stenbol û bajarên cuda, ji wan deveran tên Wanê. Ji ber panîkê şêniyên bajêr êdî bi maske digerin. Welatî gilî û gazinan dikin ku dewlet tedbîran nagire.
Li Mexmûrê dibistan ketin betlaneyê
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ji ber metirsiya vîrûsa korona, dibistanên dayikê, sereteyî û amadeyî heta demek nediyar ketin betlaneyê.
NAVENDA NÛÇEYAN