Şewba malkambax a koronayê Hesen Biryar ê 35 salî yê ji Mereşê û li bajarê Mulhous ê Franseyê dima ji nava me bir. Hesen 3 hefte bû li nexweşxaneyê li ber xwe dida doh wefat kir.
Hesen ji gundê Zînkon ê Mereşê bû. Salên 90î malbata wî li Franseyê bi cih bû. Bavê Hesen, Ehmed Biryar jî got, sûkiyê bi şewbê nekin. Federasyona Komeleyên Demokratîk ên Mereşê MARDEF ji bo malbata Biryar serxweşî xwest û got, em hevderd û hevxemê wan in. Em dibêjin bila serê hezkiriyên wan hemûyan sax bin. Divê em hay ji xwe hebin. Hevkar û hevgirê hev bin. Ev erk û wezîfeya me hemûyan e.  Y.ÖZGÜR POLİTİKA/MULHOUS