Koroya Zarokan Şubadap sê sal berê ji bo muzîka zarokan çêkin, hat avakirin. Koroyê heta niha 3 album derxistiye û di meha Qanûnê de wê albumeke Kurdî derxînin.
Duru Ors ji bo Koroya Zarokan Şubadap diyar kir ku ev koro ji ber hewcedariyê ava bûye û derbarê vê yekê de wiha peyivî: “Li Tirkiyeyê ji bo zarokan muzîk nedihat kirin. Zarok mecbûr kiribûn ku muzîkên mezinan guhdarî bikin. Ji ber vê me ev kom ava kir. Albuma yekemîn ji stranên tevlihev pêk dihat û albuma sêyemîn jî li ser ekolojiyê bû û navê wê ‘Ezman ya kê ye‘ bû.”
Stran li gelek ziman hat wergerandin
Duruyê destnîşan kir ku hemû stran bi awayekî kolektîf û ji aliyê zarokan ve tên strîn û di meha adarê de me stran li gelek zimanan wergerandin, li Kurdî wergerand, hinek li Elmanî, Îngîlîzî, Erebî û Îspanyolî hatin wergerandin.
Duruyê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Me ji bo 20’ê Mijdarê Roja Mafê Zarokên Cîhanê amadekariya konserekê kiriye, klîbek kişandiye. Emê di dawiya meha Qanûnê de jî albumek Kurdî derxînin. Em xebatên Koroyê li Kadifekale û Basnameneyê dikin. Em bi vî awayî xwedî li zimanê xwe jî derdikevin.”
Duruyê diyar kir ku di albuma wan de straneke li ser Zarok Tv jî heye.
OZGU OZUTOK / ÎZMÎR / JINHA