Derhênerê fîlm Tewfîq Emanî der barê mîhrîcanê  û fîlmê xwe de agahî dan û wiha got: “Kurtefîlma min a bi navê Koşka Mîroyan ku berhemê birêveberiya giştî ya rewşenbîriya Germiyan e û Mala Sînemayê ev kar cîbicî kiriye û ji aliyê wan ve ji bo çend mîhrîcanên sînema hatiye şandin û di Mîhrîcana Aştiyê ya li Îtalyayê gelekî rastî eleqeyeke baş hat û di dawiya mîhrîcanê de jî Xelata Aştiyê bi dest xist. Der barê girîngiya vê mîhrîcanê de Tewîq Emanî bi van hevokan dirêjî da axaftina xwe: “Ev mîhrîcan salane li Îtalyayê bi rê ve diçe û îsal cara 10’emîn e û ji 26 welatan fîlm beşdarî mîhrîcanê bûn. Di fînala ku 14 fîlm ketibûn pêşbirkê de Xelata Baştirîn Fîlm ango Xelata Aştiyê kurtefîlma me Koşka Mîroyan ku nûnertiya Herêma Federal a Kurdistanê dikir, bi dest xist.” Çîroka fîlm behsa jiyana xizanekê dike ku li yek ji biyabanên Iraqê di koşkekî biçûk de jiyana xwe derbas dikin û ji nişke ve tiştekî xerîb diqewime û jiyana wan bi temamî jiyana wan tê dughere.” 


 ROMA