Hema bigire em her hefte vê gotina bêyom dibîhîzin „Koster xirabe“ ye. Dema rojên çarşemiyan tê her çendî carna boneya hewaya bi mij û pûk, gir û xezeba deryayê jî derxin pêş, di nûçeyan de bi giranî gotina „koster xirabe ye,“ ango „keştî xirabe ye“ tê ragihandin.
Her çarşemî hewayeke wek karestê di ser dada keştiya welatê xirabeyê di destê xwînxwaran de radibe. Însaf û perwane jê diweşin, taqet lê namîne, lewma dozgerên vê dewleta sosret ku qaşo hevkarê DYA ya ji bo rojhilata navîn model e, bi vê boneyê destûrê nadin ku parêzerên Serokê Gelê Kurd biçin girava Îmraliyê.
Ev çawa dewlete ku nikane kosterekê tamîr bike, yan jî yeka nû bikire? Ma mantiqê vê gotinê heye? Mirov ji navê xwe û şerefa dewleta xwe şerm dike. Ku ew dewletekî xwediyê anor û rêbazekî ba, dê rasterast bigotana ku „em destûrê nadin,“ hew. Ez bawer dikim,  boneyên wekî „rewşa hewayê rê nade!“ Yan jî ev peyva „kostera xirabe, jihevdaketî,“ yan jî boneyên din bi serê xwe xwedanê wateyên cuda û kûr in.
Welo ew bi vê kirin û aqilên xwe yên nemiroviya bo tolegirtinê, bi bêwijdaniya şovenîzma nijatperestî bixwazin qaşo bi me û gelê me henekên xwe bikin jî, di rastiyê de bi vê çalakiya xwe, bi xwe dikevin rewşa qeşmeriyê, vê rûreşiyê tenê di ser xwe û gelê xwe de tîne. Cihana ku ji ber berjewendîyan çavkor e û niha vê rewşê nebînin, wê sibe vê sextekariya wan wek sîleyekê li rûçikê wan bide.
Ev xirabebûna kosterê ji bo dewletekî ne gotin û tiştek hêsan e. Ew nîşaneya ku keştiya vê dewletê bi tevahî xirabebûnê ye. Keştiya wê ji bingeh û dezgehê xwe ve xirabe ye. Stûn, kêran, parsû û perwazên wê ji daristan û dehlên sêwiyan e. Mix, kelepçe û boyaxa wê ji xwînê ye. Sermaya wê ji heyiya goriyên kujerî û keda gelan e. Duayê vekirina wê ji sextekarên sentêza tirk-islamê ye. Qaptanê wê dundeyê celatan e. Dûmena û çerxa rota wê keştiyê di destê bêwîjdan, virker û psikopatan de ye.
Yên ku xwe wek xwedî û serkarên wê keştiya dewletê destnîşan dikin, carna veşartî, carna rasterast xûya dikin. Hevîrê wan ji nijadên cûda bi kirasên nijadperestiya nezanan afirandî ku ji bîrdozên cûda wek pîneyên diziyê nola boxçeyê nezanan tevkirî pêk hatiye.
Bawenê vê keştiyê jî li ber bayê viran, rêbaya rûçiken bi zexeliya durtiyê di nava pêlên derya bêbextiya cihana berjewendiyê de dipere. Wê rojekê ji ber vê bingehê xwe yê ji bovlat û xeyalên Baba Korkûtê ne jiyayî li nava deryaya Ergenekona çolistana navenda Asyayê noqî binê avê bibe!
Ev keştiya vê dewleta ku ji noker, dozger û rêvebirên xwe yên şêlandkarên deryayê, yên yekling û yekçavî hatî dagirtin. Ew geh di bin serkariya yeklingê laîq, geh qaşo dîndarê yekçavî de îmana wîjdanê dimiçiqîne. Karê wan li gor karektera wan, geh şantaj û tehdît e, geh xwînxwarî û talan e. Roja nêçîra wan mij û pûk e, li wan ne îman ne jî rûk e.
Mele û leleyên wan bi gincir û mêjiyên sedsalên berê, bi siya sîxwiriyê bi rê ketî, di rijandina xwîna gel û belengazan de bêîmaniyê belav dikin. Kes nizane ka ew sebatîste, bênijad e, çi cinsî ne. Di her çaviyên keştiyê de wek barsa şevşefokan daliqînê.
Em di nava deryayeke ji xwînê de bi van keştiyên bi sawa kuçikî pêkhatî, bi cinawirî û hovî hatine dorpêçkirin.  Ji devê hemûyan girêz û lîçikên nexweşiya harbûyînê diherike. Bi bêbextiya rovî û tûleyan rêberê gelê me dîl, vîna me dîl girtin, henase namîne ji kar û barê daxwaziyên mal û êlê re. Ji bo kar û barê malê divê vîn û rêberî azad be ku rêbaya li ser xaka welêt ji bo pêdiviyên malê bi hêviyê re biweşe.

Rojiya mirinê
Ew qehremanên bi zikê birçî mirinê vedixwînin gada tekoşînê, dixebitin ku bi giyan  û vîna xwe cestên xwe pêtkin li ber xişmê têkçûnê, da ku wê kostera rûreşiya vê serkariya wîjdan di bêrîk û sîxwiriya wan de ne, bînin îmanê. Daku rêber azad be! Vîn azad be! Bi azadiyê re henase azad be, mirovahî azad be! Ew ewqas ji jiyanê hez dikin ku dixwazin di mirinan de jiyanê biafirînin. Ez li ber vîna wan a polayî rêz digirim.