Xwendevanên kurd yên zanîngeha Hacetepeyê, 3 meh berê dest bi weşana kovara Asîva kirin. Kovara Asîva bi hêjmara xweya duyemîn gihîşt dest xwendevanên xwe. Rêveberiya kovarê dan zanîn ku dixwazên bi kovarê şewla di aso de biçirisine mejiyê xwendevanên kurd. Kovara ku 3 mehan carekê tê çapkirin, car din bi naverokeke dakirkirî derket pêşberî xwendevanan. Kovarê di naveroka xwe de cîh daye nivîsên çand, huner, wêje û ramanê.
Di nava nivîsên wêjeyê de, "Şaşîya feylesofê serxweş", "Axa Rossa û evînek Ûtopîk" yên balkêşin. Di nivîsa "Şaşîya feylesofê serxweş" de, berhemên Bavê Nazê tên şîrovekirin û rexnekirin. Zimanê Bavê Nazê yê di berhemên xwe de bikaranî erotîk tê dîtin û tê rexnêkirin. Dîsa di naveroka kovarê de nivîsên "Bajarên bê wêne", "Kevkanî", "Deryaya hêvîya winda" yên çandî jî ji xwe re cîh dîne. Nivîsên "Qurnefîl", "Araf", "Filmê jana min" wek hunerî û "Jan jacques Rousseauyî û demokrasiya Tirkiyeyê", "Mahatma Gandhî" "Liser ekolojiya mîrovan" yên ramanî jî di naverokê de ji xwere cîh dîne.

Kovara ku bi zaravayê kurmancî hatiye çapkirin, di naveroka xwe de cîh daye nivîsên kirmanckî jî. Dîsa di naveroka kovarê de "Gotinên pêşiyan" tên nasîn û rupelek jî ji xaçepirsê re hatiye veqetandin. Heypeyvîna ku kovarê bi hunermenda kurd Tara Jaff re kirîye, dema xandinê tehma kovarê digihîjîne asta herî jor.

DÎHA/ENQERE