
Kovara feminîstan a çand, wêje û polîtîkayê ya bi navê 'Deli Kadin (Jina Dîn)' bi hejmara xwe ya şeşan bi dosyeya li ser 'Şidet' ê derçû. Kovara Jina Dîn bi hejmara xwe ya destpêkê jî bi dosyaya 'Dînitî'yê di 8'ê Adara sala 2014'an derket.
Edîtorên kovarê Eda Agca û Melike Olker yên ku xwendekarên zanîngehê ne bi Kovara Jina Dîn, giringiya zimanê feminîstan a derxistina kovarê de nirxandin.
'Em gelek şanaz bûn'
Melike Olker derbarê xebatên kovarê de wiha axivî: "Em dosyayên xwe di medyaya civakî de didin bihîstin. Nivîsên ji bo me tên, em dinirxînin, û li gorî zimanê kovarê di ber çavan re derbas dikin. Li gorî vê divê gotinên nijadperestî, gir û zayendîtî tê de nebin.''
Melike got, destpêkê li ser medyaya komî Nebahat Akkoç alîkarî da kovara wan, ji bo kovara wan nivîs nivîsandin û wiha dewam kir: "Em gelek şanaz bûn. Ji ber tiştekî di destê me de nebû. Bivê nevê, em di nava wê metirsiyê de bûn ka wê derkeve yan na. Lê alîkariya Nebahat em gelek şanaz kirin. Her wiha Aksu Bora jî bi heman awayî piştgirî da me.''
'Li ser vejeya feminîzmê disekine'
Edîtora Kovarê Eda Agca diyar kir ku li Tirkiyê bi tewahî 5 yan 6 kovarên feminîstan hene û gotinên xwe wiha dewam kir: Cudahiya kovara me ew e ku bi giranî li ser wejeya feminîzmê disekine . Di vî warî de yekemîn e.
Eda Agca got, ew dixwaze piranî li ser nûçeyên jinan bisekine û wiha peyivî: "Dema ku çapxaneya jinan vebe em ê ji bo vekirina sîteya nûçeyên jinan jî bikevin nava hewildanan. Em dixwazin kovar demeke dirêj derkeve. Dibe ku di demên pêş de em weşanxaneyeke feminîstan jî vekin."
Dosyayên hatine amadekirin
Eda pêvajoya derxistina kovarê wiha vegot: "Hejmara me ya yekem, me dosyaya 'Dînîtî'yê derxist, piştre 'Hiş', 'Hêvî neman', 'Beden û Trên', 'Nîşeyên di tekoşîna dîroka jinan de' û hejmara dawiyê jî li ser 'Şidetê' ye." Eda anî ziman ku hejmara dawiyê komkirina gelek bûyerên şidetê yên qewîmî ye.
Zimanê Şidetê
Eda di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku di kovarê de nivîsa destpêkê li ser 'Romanên Perihan Magden û Zimanê Şidetê' ye û wiha dewam kir: '' Ji derveyî wê şideta nava kolanan û çîrokên şideta nava malê jî cîh digirin. Di hindirê wê de nivîsek ya şideta derunî vedibêje heye. Her wiha di nava kovarê de ferhengeke li ser şideta zayendî heye. Di kovarê de nivîsên çandê û nirxandin jî hene. Di vê hejmarê de nirxandinên parlemantera HDP'ê ya Stenbolê Hulya Îmak heye û girêdayî şideta li dijî jinan di televizyon û sînemayan de jî nirxandinek heye."
DÎLAN KARAMANOGLU/JINHA/STENBOL