Kovar bi Kurdî û Tirkî tê weşandin û di 6’emîn salvegera xwe de bi hejmara xwe ya 33’emîn derket pêşberî xwendevanên xwe. Ji Şirnexê heta Stenbolê gelek xendevanên kovarê hene û hemû nivîs û nivîskarê kovarê ji zarokan pêk tê. Di kovarê de wêne, seramîk, folklor, kişik, lîstikên gelêrî û hwd. cihê xwe digire. Her wiha roportajên gel jî dem bi dem tên dayîn. Xwendekara bi navê Ayşegul Oncel (14) a ku ev 4 sal in li wir perwerdehiyê dibîne diyar kir ku ev 3 sal in ew nivîskariya kovarê ye. Oncel da zanîn ku helbest û nivîs bi giranî kurdî tên nivîsandin û wiha axivî: „Li ser rojên girîng em nivîsan dinivîsînin. Hevalên me yên ku li wir perwerdehiyê nabînin jî ji bo piştgiriyê kovarê dixwînin. Ez di wê baweriyê de me ku em karekî xweş û geş dikin. Ez ji kovara xwe hez dikim.“
Hîndekara Mala Piştgiriya Perwerdehiyê Pelda Yalçin der barê kovarê de axivî û diyar kir ku di kovarê de cih didin jiyan û hestên zarokan. Yalçin anî ziman ku kovara wan ji 16 rûpelan pêk tê û ev tişt anî ziman: “Bi vê kovarê em jî zarokan ji nêz ve nas dikin. Di kovarê de jî tê dîtin ku bê zarok çiqasî bi hestyarî nêzîkî pirsgirêkên civakî dibin.“
DIHA/AMED