
Kovara Dîcle yekemîn kovara li Şengalê êş û azarên gelê Êzîdî û bi taybetî yê Şengalê belav dike.
Kovara Dîcle beriya êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya li dijî civaka Êzîdî û Şengalê jî di hate belavkirin bi zimanê Erebî; lê belê ji ber rewşa şer a li Şengalê demekê weşana wê hatibû rawestandin.
Niha ji du mihan carekê hejmara xwe belav dike, bi taybet jî li Şengal û hemû civaka Êzîdî.
Vê mehê jî hejmara xwe ya 4’emîn belav kir. Kovar li navenda Şengalê tê çapkirin, di kovarê de mijarên çandî, hunerî, civakî û siyasî tên nivîsandin. Xwendevan dikarin li ser lînka www.issuu.com kovara Dîcle li ser torên înternetê bixwînin, her wiha dikarin li saziyên rêxistinî yên Şengalê bi dest bixin. Kovar li ser erka Meclîsa Xwesariya Demokratîk a Şengalê tê çapkirin. Di kovarê de bi taybet li ser rewşa gelê Êzîdî yê Şengalê û êşa gelê Şengalê tê sekinandin.
ROJNEWS / ŞENGAL