Kovara "Folklora Me" hejmara wê ya diduyan bi naverokeke têr û tijî derket. Hejmara duyemîn a mehên Hezîran, Tîrmeh û Tebaxê ye.
Kovara "Folklora Me" ji aliyê Weqfa Mezopotamya ve tê derxistin. Kovara ku bi “Zargotin pişt e, folklor her tişt e” dest bi weşangeriyê kir û li ser folklora Kurdan dixebite, di refên pirtûkfiroşan de cihê xwe girt. Xwîner dikarin kovarê li pirtûkfiroşan peyde bikin.
Di vê hejmara kovarê de jî gellek mijarên cûr bi cûr ên li ser folklorê cih digirin.
AMED