Komîteya Ewrûpayê ya Jineolojiyê, bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê hejmareke taybet a bi Îngilîzî ya Kovara Jineolojiyê amade kir.

Ji bo hejmara taybet a kovarê, edîtoriya Komîteya Ewropayê ya Jineolojiyê hin nivîsên ji 16 hejmarên kovarê yên heta niha hatine weşandin, tercûme kirine.

Yekemîn hejmara taybet a kovarê di 8’ê Adara 2019’an de bi Tirkî hatibû weşandin.

Hejmara taybet a bi Îngilîzî perspektîfên Jineolojiyê radixe pêş çavan.

Di hejmara taybet de Komîteya Ewrûpayê ya Jineolojiyê gotarek li ser rexneya jineolojiyê ya li zanyarên civakî, pêwendiya bi tevgera jinên Kurd amade kiriye.

Di hejmara taybet de her wiha nêrîn û lêkolînên tevgerên jinan ên ji cografyayên cuda jî hatin weşandin.

Hejmara taybet a Îngilîzî bi karekî kolektîf ê komîteya Ewrûpayê ya Jineolojiyê bi komîteyên jineolojiyê yên Elmanya, Spanya, Îtalya û Îngilistanê hate amadekirin.

 

AMED