Kovara Nivîskar bi hejmara 3’yan derçû

Haberleri —

Hejmara nû ya Kovara Nivîskar ku her sê mehan carekê derdiveke, gihişt ber destê xwendevanan.

Kovara Nivîskar kovarek e ku xebatên derbarê edebiyat û çanda Kurdî de diweşîne. Kovar ji aliyê Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Sûriyê (Y.N.K.S) ve her sê mehan carekê tê derxistin.

Beriya niha hejmara  1-2 ya kovarê bi rengekî sîstematîk derketibûn, lê ji ber hin karên yekîtiyê, hejmara sêyemîn di dema wê de nehat derxistin. Ji ber vê yekê hejmarên 3 û 4 bi hev re weke yek kovarê hatin derxistin. Kovar bi zimanên Kurdî û Erebî tê weşandin.

Hin mijarên ku di kovarê de li ser hatine nivîsandin wiha ne:

* Kurdistan û guhertinên Jeosiyasî yên beriya şerê Çaldêranê (1514).

* Kurdên Kantona Cizîrê.

* Tecrubeyên wejeyî yên zarokên Kurd li Sûriyê.

Her wiha derbarê gelek mijarên din ên ku bi çand û edebiyata Kurdî re eleqedar in, nivîs cihê xwe di kovarê de digirin. n QAMIŞLO

paylaş

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Tüm Hakları Saklıdır.