Kovareke li xerîbiyê lê bi rih Kurdewar


Kovara Roza ku xwendekarên beşa Ziman, Dîrok û Erdnigariyê ya Zaningeha Enqerê derdixin, bi hejmara xwe ya 10´an derket pêşberî xwendevanên xwe. Heta çend sal berê jî di zanîngehên ku xwendekarên Kurd lê hebûn, kovarên Kurdî derdiçûn,  him ji bo weşangeriya Kurdî, him jî çand û hunera Kurdî dibûn bêhn û çêjeke teze. Mixabin di wan salên dawî de ji ber zext û zora dewleta Tirk her ku diçe kêm dibe, hema bêje yek dido tenê mane, ên nû derdikevin jî emrê wan pirr dewam nake.

Kovara Roza li gel nivîskarên ciwan ên xwendekar, ji hepsê û çiyê jî  nivîskar di nav xwe de dihewîne. Kovar li gel Kurdî, Tirkî jî weşanê dike lê giranî nivîsên wê Kurdî ne. 

Me xwest bi xebatkarên kovarê re kurte hevpeyvînek derheqa rêwîtiya kovarê, zor û zehmetiya derxistina kovarê û eleqeya li gel kovarê  çêkin. Pirsên me xebatkarên kovarê ev xebatê, xwe wekî Komûna Roza bi nav dikin,  Hebun Stembar, Roj Agir, Dinya Yaman bersivandin. 

Di serî de me pirsa "Heta çend sal berê li gelek zaningehan xwendakarên welatparêz kovar derdixistin. Lê em dibînin ku her ku diçe kêm dibe, heta ji an çendek tenê nemaya. Hûn wekî kovar sedema vê yekê çawa bilêv dikin? " kir. Hebûn Stembar wiha bersivand: "Em bala xwe didine her sal gelek kovarên nû ji aliyê ciwanên Kurd -nemaze yên li zanîngehan- ve tên derxistin. Hin ji van kovaran xwerû Kurdî, hin jê Kurdî-Tirkî, hin jî bes bi Tirkî ne. Lê wek we jî got taybetmendiya hevpar a van kovaran temenkurtiya wan e. Helbet gelek sedemên vê yekê hene. Lê em dikarin çend sedeman wiha diyar bikin. Zext û pêkutiyên dewletê li ser xwendekarên Kurd ên li zanîngehan her berdewam in. Rêvebiriyên zanîngehan bi alîkariya dewletê û komên faşîst tevî hev bi ser xwendekarên Kurd ve diçin, dixwazin hemû xebat û çalakiyên wan asteng bikin. Dîsa ciwanên ku di nav van xebatan de cih digirin an tên binçavkirin û ceza li wan tê birîn an jî ji zanîngehê tên dûrxistin. Lewma jî ev xebatên çandî yên ciwanan -wek derxistina kovaran- an nîvco dimînin an bi temamî radiwestin. Dîsa em bibêjin ku şerê gurr ê li Kurdistanê dewam dike jî li ser ciwanan bandoreke mezin dike. 


Sedem polîtikaya dewletê ye

Gelek ciwanên bi van xebatan çandî re mijûlbûyî dest ji perwerdehiyê ber didin û berê xwe didin refên azadiyê. Yek ji van sedeman jî ew e  ji ber polîtîkayên dewletê rêjeya xwendinê di nav Kurdan de gelek kêm e, bi van polîtîkayan ve girêdayî mixabin rêjeyeke mezin a ciwanên Kurd nikarin bi zimanê xwe ango bi Kurdî bixwînin û binivîsînin. Lewma ciwan bi van xebat û berhemên çandî yên Kurdî zêde eleqedar nabin, xwedîlêderketin û piştevaniyeke xurt a madî-manewî ji aliyê ciwanan ve çênabe. Tevî vê rewşa neyînî ya şerê heyî yê li Kurdistanê û gurayiya rojeva siyaseta li Kurdistanê û Tirkiyê jî bala ciwanan dide ser xwe û dibe asteng li pêş mijûlbûna ciwanan a bi van xebatên çandî re. Ev sedemên navborî û gelekên din dibin sedema temenkurtiya van kovaran."


Ji alî aboriyê ve em zehmetiyê dikişînin

Derxistina kovarekî bi Kurdî û xwedî naverokek siyasî bi serê xwe karekî giran e. Me ji xebatkarêkî din ya kovarê jî pirsa  "Di derxistina kovarê de hûn çi bi zehmetî û zextan re rû bi rû dibin?" kir. Roj Agir vê yekê wiha rave kir ji me re: "Li bajarekî wekî Enqerê derxistina kovarek Kurdî-Tirkî bi serê xwe karekî zehmet û barekî giran e. E m çiqasî ji welêt dûr in, em ewqasî jî ji zimanê welat dûr in. Ciwanên me jî tê de, li vir zimanê serdestan tê bikaranîn. Kêm kes bi Kurdî diaxife û ji wan kesan jî kêmtir kes, pirtûk an jî kovarên Kurdî dixwînin. Baş e ku me xwe bi vir ve girênedaye û kovara me digihîje axa xwe, Kurdistana xwe.

Em zêde naxwazin bênin rojevê lê herî zêde ji alî aboriyê ve em zehmetiyê dikişînin. Di hêla belavkirinê de jî kêmasiyên me hene. Ev pirsgirêk a hemû weşanxane û kovarên Kurdî ye. Li gor rewşa kovarên Kurdî û weşanxaneyan em hinekî serkeftî ne jî lê dîsa em rewşa niha wek kêmasiyekê dibînin. Hem ji bo xwe hem jî ji bo hemû kovarên Kurdî. Kovar û pirtûk kêm zêde derdikevin lê gelek ji wan nagihin xwendekarên xwe.

Wek ku tê zanîn em wek komunê tevdigerin. Dema di xebata me de kêmasî û pirsgirêk derdikevin em bi raya giştî û hemû hevalên xwe re parve dikin. Gelek hevalên ku em qet wan nas nakin jî piştevaniya me dikin û bi saya piştevanî û alîkariya hevalan em pirsgirêkên xwe çareser dikin. Wek mînak, bi sedan nameyên-nivîsên girtiyên azad ji me re tên. Em hin nivîsan derbasî kompîtirê dikin. Lê carna karê me heye û derfet tine ku em xebatên kovarê û van nivîsan derbasî kompîtirê bikin. Em di medyaya civakî de daxuyaniyekê belav dikin û alikariya hevalan dixwazin. Bi dehan heval bersivê didin vê bangawaziyê û alikariya me dikin. Ev piştevanî bi xwe rihê komunê ye."


Çapxane naxwazin kovarê çap bikin

Ji bo hejmara berê ya kovara Roza ji alî dozageriyê ve biryara berhevkirina kovarê hatibû derxistin û xebatkarê wê jî hatibû binçavkirin. Li gel pirsgirêkên aborî dewleta Tirk jî dixwaze xwendakerên Kurd bê nefes bihêle û daxwazên Kurdî û Kurdewarî biçewisîne. Roj Agir derbarê van zext û zora dewletê de wiha dipeyive: "Saziyên dewletê jî ji bo xebata me asteng bikin her wext di nav hewldanan de ne. Car caran dozgerî bi hincetên pûç dixwest weşana kovarê bide seknandin. Li gel kovar yasal jî derdikeve, li gelek zîndanan,  bi hinceta ku kovar “propagandaya rêxistinê” dike kovar nedidan hevalên girtî. Hejmara me yî 6’emîn jî bi hinceta “propagandaya rêxistinê” hatiye kirin, hat qedexekirin û kovar hat komkirin. Ji ber ku hejmara 6´an bi hevalekî me yî xebatkar re hat dîtîn, hevalê me hat binçavkirin. Li Enqerê ji bo çapkirina kovarê di her hejmarê de hinek astengî derdiketin pêşiya me. Lê bi taybetî ev hejmara me ya dawî, tu çapxane nedixwest çap bikin. Piştî qedexekirina hejmara me yî 6’emîn polîs bi gelek çapxaneyan re axifîne.  Ji ber naverok û zimanê Kurdî, çapxeneyan ji xwe nedixwestin çap bikin, piştî axaftina polîsan yekcar tirsiyan û êdî naxwazin kovarê çap bikin.

Li gel van pirsgirêkan jî, bi rihê komunê em xebata xwe didomînin û heta ji me werê jî bi vîn, bi bîryarî û baweriyek mezin em ê vê xebatê berdewam bikin.!


Herî zêde ji aliyê ciwanan ve tê şopandin

Xebatkara ciwan Dinya Yaman jî pirsa "Di nav ciwan û xwendekaran de Roza eleqeyek çawa dibîne?" wiha dibersivîne: "Hemû xebatkarên komuna Roza hevalên ciwan û xwendevanên zaningehan e. Barî vî karî nîvî li ser pişta ciwanan, nîvî jî li ser pişta dîlên azad e. Ji her nifşî xwendevanên me hene. Lê herî zêde kovara Roza ji aliyê ciwanan ve tê şopandin û xwendin. Li bajarên ku komaleyên ciwanên welatparêz hene em kovarê ji wan re dişînin û bi riya wan di nav ciwanan de kovar tê belavkirin. 


Ji nivîsê Kurdî bêtir nivîsên Tirkî dixwînin

Ji ber ku kovar herî zêde di nav ciwanan de tê belavkirin, eleqeya ciwanan jî baş e. Lê kêmasiyek mezin ên ciwanên me yên welatparêz jî heye, ew jî sekna li hemberî Kurdî ye. Ji nivîsê Kurdî bêtir nivîsên Tirkî dixwînin. Û nivîsên ku ji kovarê re bo weşanê dişînin bi gelemperî bi zimanê Tirkî ne. Ev jî ji bo tevgera azadiyê rewşek rexnedayinê ye. Û ji bo me jî wisa.  Wekî din, gelek hevalên ciwan bi riya medyaya civakî rexne û pêşniyarên xwe ji me re dinivîsin.  Bi taybetî rexneyên erênî ne. Carna ji ber ku kovar bi du zimanî ye jî rexnê tên û xwestek ew e ku kovar xwerû bi Kurdî be. Ez bawer im rexneya herî bi wate û di cî de ev e. 

Dîlên azadiyê jî bi riya nameyan her dem rexne, nirxandin û peşniyarên xwe ji me re dinivîsin. Rexneyên wan ji bo me wek perspektîfê ne û em ji van rexne û peşniyaran gelek sûd digirin. A rast herî zêde ew riya me ronî dikin."



ÎBRAHÎM BULAK/NAVENDA NÛÇEYAN