Kund: Em bibêjin çend kes dibêjin, ‘em dixwazin li ser nifşê Hawarê dosyeyekê amade bikin.’ Kund ê ji wan re bibêje kerem bikin û wan di ‘dosyeya mêvan’ de biezimîne. RÊDÛR DÎJLE MA/AMED Beriya bi çendekê, kovareke nû ya Kurdî li weşangeriya Kurdî zêde bû. Kund ku bi naverok, rêbaz û dirûvê xwe ji kovarên Kurdî yên heta niha cûdatir e, di hejmara ewil de romannûsê Kurdî yê li cihanê bi nav û deng Bextiyar Elî, kiriye mijara dosyeya xwe. Kovara kitêb, huner û çandê ya sê mehane Kund, bi hejmara xwe ya ewil gihişt ber destê xwîneran. Di desteya weşana Kurdê de Burhan Tek, Bajar Mîrzeman, Umran Aran, Vecdi Demir û Xelîl Semed cih digirin û bi piştevaniya malpera firotina pirtûkan, pirtukakurdi.com’ê derdikeve. Daxwaza wan a sereke huner e Di hejmara ewil a Kundê de di bin beşên wekî “dosye”, “nivîsar”, “hevpeyvîn”, “blogger”, “weşanger”, “komên xwendinê”, “bîranîneke bîrmendekî”, “nivîsa yekem”, “çîrok”, “helbest”, “serpêhatiya kitêbekê”, “taybet”, “kitêba ber serê min” û “nûçeyên edeb û hunerê” de nivîs hene. Desteya weşanê ya Kundê diyar dike ku bi vê kovarê daxwaza wan a sereke huner e, lê belê ji ber nivîsên ji wan re hatine, wan çand jî li nasnava kovarê zêde kiriye.  Endamê desteya weşanê ya Kovara Kundê û rexnegirê wêjeyê, Umran Aran behsa kovarê, armanca wê û naveroka wê kir. Kovareke populer e Aran, dibêje ku Kund bi cureyê xwe kovareke populer e û berê wê ne li zimreyeke taybet e û wiha dipeyive: “Berê kovarê li temamê xwînerên Kurdî ye û her kes dikare ji bo xwe tiştekî tê de bibîne.” Aran balê dikişîne ser motivasyona kovarê û destnîşan dike ku motîvasyona kovarê ew e ku bi zimanekî sivik giraniyeke wê li ser kitêban hebe. Aran got: “Li navenda kovarê kitêb hene, lê di nasnava wê de huner û çand jî cih digirin. Huner daxwaza me ye, çand jî ji ber nivîsên hatî, me lê zêde kir.” Hem dînamîk hem jî înteraktîv e Aran diyar dike ku Kund kovareke hem dînamîk hem jî înteraktîv e û li gorî kovarên din, xwîner bêhtir xwedî rol in û dibêje: “Mînak, kesek dikare nivîsekê binivîse û ji me re bişîne, ev tiştekî asayî ye, lê dikare navê beşa nivîsê jî diyar bike. Em bibêjin kitêbekê dixwîne û ji wê kitêbê paragrafekê ji Kundê re dişîne, dixwaze navê beşê jî ‘kitêba ber destê min be’. Ne tenê kesek, em bibêjin çend kes dibêjin, ‘em dixwazin li ser nifşê Hawarê dosyeyekê amade bikin.’ Kund ê ji wan re bibêje kerem bikin û wan di ‘dosyeya mêvan’ de biezimîne.” Her wiha Aran ji bo hêla dirûvî ya kovarê jî got: “Ji hêla dirûvî jî Kund li Bakur tekane kovara Kurmancî ye ku bi vî ebatî û rengîn û bi wêne tê çapkirin.”