Li gel ku Şaredar û gelek endamên meclisa şaredariyê girtî ne jî disa bê navber xizmetên civakî û binesaziyê berdewam dike. Şaredariya Cizîrê ku her dem rastî astengiyên dewletê tê, niha jî xizmetek din li xizmetên xwe zêde dike.


4 pole hene

Şaredariya Cizîrê dê di rojên pêş de projeya krêşa zarokan a perwerdehiyê ya bi navê "Nûbaha Biçûkan" têxe meriyetê. Hemû amadekariyên krêşa ku 60 zarokan keyda xwe lê çêkiriye hatin temamkirin û di rojên pêş de dê dest bi xizmetê bike. Şaredariya ku di 5 salên dawî de Mala Piştgiriya Perwerdehiyê ya Melayê Cizîrî, Navenda Tenduristiyê ya Gel a Bişeng, malên gel ên sersaxiyê, Navenda Piştevaniya Jinê ya Sitiya Zîn, Kolana Hûnerê û 2 park xistin meriyetê. Şaredariya ku xizmetên binesaziyê ji sedî 85 temam kir, wê di rojên pêş de krêşa zarokan têxe meriyetê.
Krêşa ku navê berhema Ahmedê Xanî ya bi navê "Nûbaha Biçûkan" girtiye li taxa Cûdî ya Cizirê dest bi xizmetê dike. Krêşa ku ji 60 xwendekaran û 4 polan pêk tê dê xizmetek têr û dije bide zarokên Cizîrê.

Pêşî li bişaftinî digrin

Der barê xebat û projeyên xwe de Wekîlê Şaredariya Cizîrê Metin Bayik, anî ziman ku bi boneya zextên li ser şaredariyê û gel tê meşandin vala û pûç bikin vê projeyê dixin meriyetê û wiha got: "Em ji bo zarokên Cizirê kreşa zarokan dixin meriyetê. Zarokên di navbera 3 û 5 salî de dê bi zimanê xwe û çanda xwe li vir perwerde bibin. Bi salane li ser gelê kurd polîtîkayên bişaftin û perçekirinê tên meşandin. Ji bo ku em van polîtîkayên înkar û bişaftinê vala derxin em van projeyan dixin meriyetê. Em dê bi zimanê zikmakî perwerde bidin û heta niha me qeyda 60 zarokan çêkiriye. Krêş ji 60 xwendekaran û 4 polan pêk tê. Niha 4 mamosteyên jin hene. Dê bi zimanê zikmakî perwerde bê dayîn. Ev krêja me ya nû ye û me navê Nûbahara Biçûkan lê kir. Em dibêjin li hemû gelê me bixêr û pîroz be."

Lîstik û perwerde Kurdî ne

Mamosteya krêşê Zelal Elçî jî anî ziman ku Şaredariya Cizîrê ev krêş vekir û dê di rojên pêş de des bi dersan bikin. Elçî, anî ziman ku dê li kreşê lîstikên zarokan ên kevneşopiyê, spor, resîm, fêr bikin û hemû dersên wan dê bi kurdî bin. 

DÎHA/ŞIRNEX