Dadgeha Sulhê ya Munichê di dozekê de hewldanên polîs û dozgerên eyaleta Bayernê yên krîmînalîzekirina PYD û Kurdan bi biryara beraetê pûç kir. Doz li dijî aktivîstekî hatibû destpêkirin ji ber ku wî di xwepêşendaneke şermezarkirina dagirkeriya Efrînê de alaya PYD’ê hildabû.

Ev Siyaseta krîmînalîzekirinê ya ku polîs û dozgerên Eyaleta Bayernê bi hincetên wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alayên PYD, YPG/YPJ’ê li ser aktivîsên Kurd û Elman ferz dike, ji dadgehan vedigere.

Ev doza behsa me li serê, li dijî aktivîstekî bû ku navê wî nehat eşkerekirin. Ew li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrînê ji bo piştevaniya gelê Efrînê, 11’ê Adara 2018’an beşdarî xwepêşandanekê bûbû li Munichê û li wir alaya PYD’ê hildabû. Dozger jî ji ber vê yekê doz lê vekiribû. Dadgeha Sulhê ya Munichê biryara bereata wî da.

Saziya alîkariya hiqûqî, Rote Hîlfe ku biryara bereatê ya dadgerê dadgehê Martîn Meîxner nivîskî ragihand, û ji bo biryarê got, ‘’ji dadgehê vegerîna lêpirsînên dozgeriya Munichê, ji hêla dewleta hiqûqê ve baş e’’. Dozgeriyê ji bo aktivîstê Munichî ku navê wî/wê nehate parvekirin, cezayekî pereyan yê zêde xwestibû.

Beriya bi çendekê Dadgeha Sulhê ya Munichê li ser derhênerê filman Ulî Bez jî, ku bi hinceta alaya YPJ’ê li ser hesabê xwe yê Facebookê parve kiriye, lêpirsîn lê hatibû vekirin, biryara beraetê dabû.

 

MUNCHEN