DANA OMER / ROJNEWS / SILÊMANÎ
Rêveberê Perwedeya Silêmaniyê Dilşad Omer, diyar kir ku kêmbûna avahiyên xwendinê, pirsgirêkeke sereke ye û anî ziman ku hîn mûçeyê sê mehên sala par nedane mamostayan û got, diviyabû hikûmet xwedî li biryarên xwe derketiba.
Dibistanên Herêma Kurdistanê pêr ji bo xwendina sala nû deriyên xwe li xwendekaran vekirin. Mamosta jî bi heman pirsgirêken sala par ên ku nehatine çareserkirin, vegeriyan holên xwendinê. Hinek mamostayan jî ji bo başkirina mûçe û daxwazên din, mehekê dem dan hikûmetê û boykot ragihandin. Her wiha hinek ji wan jî vegeriyane holên xwendinê.
Dibistan kêm in
Rêveberê Perwedeya Silêmaniyê Dilşad Omer der barê sala nû ya xwendinê de spasiya wan mamosteyên vegeriyane holên xwendine kir û got, “Ez hêvîdar im hem hikûmet hem jî em bi xwe hevkarê sîstema perwerdeyê bin û li hemberî mamostayan bi wefa bin.”
Dilşad Omer der barê astengiyên li pêşiya xwendina îsal de jî got, “Me bi rêya şirketan û rêxistinên navxweyî û navneteweyî karîbû hinek pêwîstiyên xwendina îsal dabîn bikin. Niha pirsgirêka sereke ya li pêşiya xwendinê ji bilî mûçe, kêmbûna avahiyên xwendinê ye.”
Dilşad Omer behsa du dewamîbûn û li hin deveran sê û çar dewamîbûna dibistanan kir û got, “Ez hêvîdar im ku hikûmet van 44 avahiyên sînore Silêmaniyê ku temam nebûne, çêke. Da ku nehêle sîstema xwendinê bi paş ve biçe.”
Dilşad Omer xemginiya xwe ji bo paşketina mûçeyê mamostayan jî ani ziman û got: “Hê mûçêyê sê mehên sala par nedane mamostayan. Diviyabû hikûmet xwedî li biryarên xwe derketiba û bi cih anîba. Ez hêvîdar im ku hikûmet weke diyariyeke van sê mehan, li ser hev bide mamostayan.”
Der barê boykota hinek mamostayan de jî Dilşad Omer got, “Em rêzê ji hemû çalakiyan re digirin. Lê ez pirsekê dikim. Kurê kîjan berpirsekî ji krîza li Herêma Kurdistanê ya heyî zerar dîtiye? Her zarokên hejaran zerar dîtine. Ji ber wê tu encamek dernakeve. Em piştgirî û hevkariya wan dikin. Em çûne gel hikûmetê. Lê tişta hatî kirin, tenê ew bû.” Li Herêma Kurdistan milyonek û 706 xwendekar hene. 126 hezar mamosta hene. Hezar û 189 dibistan hene. Li 173 dibistanan sê dewam têde tê kirin. Ji bili çend dibistanên ku yek dewam tê de tê kirin, pirraniya dibistanan du dewamî ne.