Piştî qedexekirina Newrozê û xwe ranegirtina dewletê ya li dijî pîrozbahiyên Newrozê, rewş gelekî hatiye guhertin. Di 22 Adarê de dewlata Tirkiyê li Amedê civîna xwe lidarxist û konsepteke nû li hemberî gelê kurd amade kir. Piştî hatina Wezîrê Tirkiyê Idrîs Naîm Şahin ya li Amedê deh deqe şûn ve balafirên şer rabûn û li her derê operasyonên leşkerî hatin destpêkirin. Ji aliyê din ve operasyonên siyasî jî berdewam dikin.
Ya herî balkêş, piştî qedexekirina Newrozê niha jî, qedexekirina pîrozkirina rojbûna Birêz Abdullah Ocalan e. Ez pirs dikim, di kîjan welatî de rojbûn têne qedexe kirin? Şaş nebin xwendevanên hêja, ku 4 Nîsanê ji salnameyê bê derxistin. Dewlet ji bo pêşî li pîrozbahiyê bigire 4 Nîsanê çûn û hatina Amarayê û ketina bajarê Pirsûsê qedexe kir. Gelo şahadetên dawî tola Newroza Amedê bun? Gelo ev kuştin çareserîye?
Di salên 90´î de dewleta tirkiyê sîyaseta xwe veşartî dimeşand, lê îro hemû tişt vekirî û berçav tê meşandin. Kuştin, zindan, komkujî, êşkence û sîyaseta nîjadperestî berdewam dike. Sîyaseta AKP îro dişibe sîyaseta dîktatorên navdar yê Rojhilata Navîn. Erdogan, ew pêkanîn û zextên ku ji bo rexnekirina van desthilatdariyan tîne ziman, bi her ewayî li welatê xwe dimeşîne. Netewperestî û zextên ku îro li ser gelê Kurd tê meşandin, ji wan welatan ne kêmtir e. Bi navê yek dîn, yek netew û yek al vê siyaseta nijadperest li ber çavê her kesî diparêze û dixe dewrê. Sîyaseta xwe berfireh dike, yek sîyaset, yek weşan û yek fikir. Lê belê bêdengiya Ewrupayê ev sîyaseta AKP erê dike. Ji ber wê jî tecrîda li Îmraliyê 253 rojên xwe tije dike û grêva birçîbûnê li zindanên Kurdistanê û Tirkiyeyê gehiştiyê 50 rojên xwe û greva birçîbûnê ya li Strasbourgê 35 rojên xwe tije kir. 1500 sîyasetvanên kurd niha li Tirkiyeyê û li Kurdistanê di grêva birçîbunê de ne û bi xetereya mirinê re rû bi rû ne. Her wîha li Ewrupa jî 15 kesên ku greva birçîbûnê dimeşînin bi mirinê re rû bi rû ne, lê Konseya Ewrupa û CPT li hemberî vê hîn jî bêdeng in. Xûya ye ku CPT û Konseya Ewrupayê wezîfeya xwe bicîh nayênin û diyar e ku ev biryar, biryareke sîyasî ye. Ji vê xetereya mirinê û rewşa ku roj bi roj xira dibe û rîska wê zêde dibe, gelo ki berpisiyare? Heta kengî Ewrupayê dikare bêdeng be?