Ez hîna vê gotina xwe diparêzim û dubare dikim. Ji ber ku çavkaniya krîza siyasî ne hatiye çikandin û hîna xwînê dimîze. Êdî skandal, rûreşî, komplo li Tirkiyeyê bûne kiryarên rojane. Cîhan jî bêdeng e. Gelo ev bextreşiya desthaidlairya Erdogan ya otokratîk wê kengî bala raya giştî ya cîhanê bikişîne?
Desthilatdariya AKP’ê bixwaze nexewaze, li Tirkiyeyê krîz heye û ev krîz hêdî hêdî li parlamentoyên cîhanê tê axaftin. Tê zanîn ku çavkaniya krîzê jî AKP’e û Erdogan e.
Ji aliyekî ve Kurd mijarê dikine rojeva Ewropa, ji aliyê din ve siyasetmedarên Ewropa mijarê bi pirsnameyan dikine rojeva parlamentoyên xwe. Pêşî li parlamentoya Swêdê operasyonên KCK’ê ketin roja parlamento. Piştre li Swîsre heman pirsgirêk kete rojeva resthilatdariyê. Herî daw jî, li Parlamena Yekîtiya Ewropayê 8. Konferansa Navneteweyî ya Kurd (7-8’ê Kanunê) hate lidarxistin.
Serokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê jî, derbarê konferansê de daxuyaniyek da û bang li beşdarên konferansê kir ku ne tenê biaxivin û biçin malên xwe. Ji ber ku tiştên li Tirkiyeyê diqewimin, faşîzmeke vekiriye û her roj, ciwanên Kurd, zarokên Kurd têne kuştin. Li dijî gerilayên Kurd çekên kimyewî têne bikaranîn. Ji aliyê din ve tecrîda giran ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dijwarî berdewam dike. Asteng kirina parêzeran ya çûma Imralî 4 mehan dadigre û di dîroka mirovahiyê de, yakemîn car e ku 36 parêzer têne girtin.
Skandalên siyasî û hiqûqî, dek û dolabên şantaj û demagojîk bûne bingeha siyaseta desthilatdariya AKP’ê. Eger rast be, siyaset zanistek be û di zanîngehên cîhanê de tê xwendin û feylesof û siyasetmedarên navdar yên cîhanê vê yekê erê dikin, pêwiste li dijî kuştian siyaseta li Tirkiyeyê dengê xwe bilind bikin. Ji ber ku bi navê siyasete, rûreşî, bêexlakî û teokrasiyek veşartî tê meşandin.
Parêzerê Ocalan û parlamenterê kevin Mahmut Alinak, yek ji parêzerên ku piştî girtina binçavan ji aliyê dadgehê ve serbest hate berdan bû; lê car din hate girtin. Mahmud Alinak, berî werê girtin nameyek nivîsî û dibêje: “Dîktatoriya Erdogan sinorên tehlokê jî derbas kirine û gelê Kurd mîna Îsa li çarmixê dide. Mîna Kerbela gelê Kurd qir dike. (....) Pêwiste tevahiya cîhanê, li dijî drama ku sed sal in bi serê Kurd te, dengê xwe bilind bike.”
Serokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê jî, bang li beşdarên Konferansa Navneteweyî ya Kurd kir ku, piştî konferansê jî bikevin nava hewldanan û got: Ev konferans her sal, tenê bangan dikin û xwe dûbare dikin. Pêwiste ev Konferans bi vî rengî sînor nebe. Ji ber ku pêvajo her diçe dijwar dibe. Pêwiste Konferans, ji bo pêvajo ber bi aştiyê biçe, tevgerekê bide dest pê kirin.” Ev bang giring e û rastiya li hemberî pirsgirêka Kurd nîşan dide.
Tayyip Erdogan, di serê xwe de, li dijî Kurdan îddîanameyek amade kiriye. Dîrok, huquq, maf teva di vê îddîname de berteref kirine. Sucdariyek giştî dike û çareseriyê jî di qirkirinan de dibîne. Ji aliyekî ve çekên kimyewî bikar tîne, kom bi kom gerilayên Kurd dikuje, ji aliyê din ve siyastemedarên Kurd kom bi kom diavêje zindanan. Her serê 6 mehan jî, li Amedê ciwanekî Kurd, zarokekî Kurd hedef digire dikuje. Bi van kiryaran dixwaze ku çavên gelê Kurd bitirîsne.
Faşîzma Enqera, xwe bi metodên nû, bi kiryarên cûda xwedî dike. Faşîzm li her cihî û di her demê de eynî ye û ji bo xwedî kirina xwe, kuştinan dike. Di nava sedsalê de, gelek desthilatdariyên otorîter û faşîst hatin, li dewletên ku weke “heremên firtone” hatin binavkirin sucê mirovahiyê kirin. Erdogan jî, bi kiryarên faşîzan bê perwa sucên mirovhaiyê dike.
Faşîzma Enqera ku dibin pêşengiya Tayyip Erodgan de tê meşandin, di şexsê gelê Kurd de, meydanê ji tevahiya cîhanê re dixwîne. Helbet meydan xwendina Tayyip Erdogan di lîstikên bextreşî, dekûdolaban, şantajê de dimeşe. Dîse jî cîhan dinava bêdengiyê de lîstika 3 meymunan dilîze.
Cîhan ji ber Seda Çînê heta bi Geliyê Cebelîtarik di nava şerekî germ de diheje. Tirseke “angoîsse”, yanî tirseke ku sedema wê nayê zanîn li ser gelan tê bela kirin. Rengê vê tirsa angoîsse herî baş li Tirkiyeyê û Kurdistanê xuya dike.
Helbet, kiryarên Erdogan. nexweşiya desthilatdariya otorîter û kiryarên faşîzan in.
Bi vê mebestê, banga Serokatiya Konseya Rêveber a KCK’e, di cihê xwe de ye. Pêwiste bi navê demokrasî, bi navê mafan, bi navê siyasetê derew neyên kirin. Hingî mirovahî ji nirx û pîroziyên xwe durdikeve û nexweşiya felcbûnê dest pê dike.
Hêvî bi gotinan kat nade, zikê birçî bi xweziyan têr nabe. Eger rastî nebe, ‘cehd’a li dijî faşîzmê nebe, hingî mirovahî, nasnameyek derî însanî bidestdixe.
Tu kes nikare mirovahiyê wek lawirê bi orgaznîmeya xwe haraket dike bide naskirin. Tu kes nikare bi kiryarên nexweşên weke Tayyıp Erdogan ji, gelê Kurd bike nava aşên hêrtin û qirkirinê.
Balkêş e, li darî çavên cîhanê gelê Kurd, ji çar aliyan ve tê qirkirin; Serokatiya Haraketa Azadiya Kurd bi kiryarên rezîlane tê rizandin. Gelo kes dikare van kiryarên desthilatdariya AKPê ku cografya Kurdistanê, bi lawir, mirov, kultur û dîroka Kurdistanê re dinava hevîrê tunekirinê de difetisîne meşrû nîşan bide?
Eger na be, çima ev bêdnegî?