Kûçik û karê li malê
Gelek kes hez ji kûçikan dikin û li mala xwe kar dikin. Ev kes dikarin kêfxweş bibin dema kûçikê wan di ser kalavyeya kompûtera wan re bimeşe. Belkî alîkarî qebûl bike kêfxweş bibe, kêliyekê bikene, belkî jî weke bela hîs bike û aciz bibe.
Ev kevala hanê ya ji Sumeriyan beriya bi 4 hezar salan maye jî, piştî ku li ser hatiye nivîsîn, dêlikek di ser re meşiye. Dewsa piyên wê jî li ser e, lê ka xwediyê wê keniye yan qeheriye, em bi wê nizanin. NAVENDA NÛÇEYAN