Koma Tolhildan a bajarê Hesekê şanoyek bi navê Kûçikê Axê li navenda Çand û Hunerê ya Mihemda Şêxo pêşkêş kir. Şanoya bi navê ʺKûçikê Axêʺ hate pêşkêşkirin, derbarê kuştina kûçikê axê û kêfxweşiya gundiyan de bû. Paşê agahî hat ku yê hatiye kuştin axa bi xwe ye û ne kûçik e.

Ji ber ku axa gundî kirine kole û bandor li ser civakê kiriye, piştî mirina wî gundî derdikevin û naxwazin careke din bibin kole.

Mijara şanoyê li ser azadiya mirovan e ka çawa hin kes hene ku koletiyê qebûl nakin û li dijî zulmê derdikevin.

Şanoyê qederê saetekê dewam kir, dema qediya jî beşdaran bi coşeke mezin li çepika da. 


 QAMIŞLO