Kurdistaniyên li bajarên Aurich, Nienburg û Hannoverê ji bo bibîranîna mirovên di komkujiya li Dîlokê de jiyana xwe ji dest dayî, find vêxistin û ew bi gulan bi bîr anîn. Çalakiyên protestoyî ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) ve hatin organîzekirin. Di axaftinên li van çalakiyan de hat destnîşankirin ku berpirsyarê sereke yê vê komkujiyê AKP û R. Tayyîp Erdogan in. Wekî din, wê li Hannoverê roja 24’ê Tebaxê saet di navbera 14:00-18:00´an de Meclîsa Jinê ya Ronahî ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dezgeha agahdarkirinê veke.
Rêxistinên demokratîk û şoreşger destek dan çalakiyê
Li bajarê Elmanyayê Munchenê jî komkujiya li Dîlokê bi çalakiyekê hat şermezarkirin. Çalakî bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk û Tevgera Jinê hat lidarxistin û gelek kes tevlî bûn. MLPD, DÎDF-Munchen, DKP, ODP û sazî û rêxistinên demokratîk û şoreşger destek dan çalakiyê. Di çalakiyê de belavoka NAV-DEM’ê hat xwendin. Di axaftinan de jî îşaret pê hatkirin ku li pişt vê komkujiyê hikûmeta AKP’ê heye ku piştgiriyê dide DAIŞ’ê.
’Kujer AKP’
Li paytexta Fransayê Parîsê, NCDK ya Drancyê, ji bo şermezarkirina tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û komkujiya li Dîlokê, çalakî li dar xist. Kurdistaniyên li ber avahiya Şaredariya Drancyê civiyan, bi dirûşmên “Kujer Erdogan, Kujer AKP” meşiyan û rê li trafîkê girtin. Di çalakiyê de der barê komkujî û tecrîdkirina Ocalan de belavok hatin belavkirin.
NAVENDA NÛÇEYAN