
JÎTEM kir
Di îdianameya duyemîn a Ergenekonê de şahidê nepen yê bi navê Emek agahiyên têkîldarî qetilkirina bûyerên Musa Anter û Mehmet Sîncar de da. Li gorî agahiyên ku Emek daye di nava Ergenekonê de kesên bi navê Mahmut Yildirim ê bi nasnav Yeşîl, îtirafkar, hin general û Veli Kuçuk hene. Cîneyata Musa Anter jî ekîba bi navê “Tîma Yildiz” a ku di nav de îtirafkar jî hene pêk anîne. Di heman îfadeyê de dibêje ku Mehmet Sîncar jî hatiye qetilkirin. Li gel van agahiyan jî Kanat hê jî ceza negirtiye û Cihan Yildiz ê ku têkîldarî Hîzbûllahê hate girtin der barê cînayetê de îdia red kirin û di lîsteya kiryarên Sîncar de hate derxistin.
‘Guh nedida tehdîdan’
Li ser bûyera Sîncar de li gel ku 21 sal derbas bûn jî kiryar hêj nehatin girtin. Ji hevalên Sîncar Ahmet Dag diyar kir ku Sîncar ji bo gelê kurd gelek ked daye û gelek caran jî hatiye tehdîtkirin, lê wî tu caran gun nedida tehdîdên tên kirin, bi şev û roj dixebitî, dixwest ji bo gelê xwe tiştekî bike. Hevsera Mehmet Sîncar, Cihan Sîncar jî diyar kir ku dosya niha li Dadgeha Bilind e, kujek diyar e ne kesek e. Kujer dewlet e. Sîncar anî zima ku kesên navên wan derbas dibin tenê tetîkêş in û wiha axivî: “Niha yek girtine û dibêjîn wî kiriye. Lê ew qebûl nake. Heta dibêje nas nakim. Em jî vê yekê dibêjin, tenê bi destê kesekî nehatiye kirin. Ev tenê tetîkêş in. Dewletê bixwe ev yek kir. Hizbullah jî demekê ji bo xwe avakirin ew tetîkêş bûn.”
Sîncar di berdewama axaftina xwe de ev tiş anî ziman: “Mehmet tenê ji bo xwînê bide rawestandin çû lê xwîna wan hate rijandin. Wan dixwast gelê kurd li ser axa xwe bi awayeke azad bijîn. Wan dixwest hemû gel li ser axa xwe bi awayeke azad bijîn. Belê her roj dihatin tehdîtkirin. Lê her tim paş guh kir. Heta dawî ji bo gelê Kurd xebitîn.”
'Li Tirkiyeyê hiqûq nîn e’
Sîncar di axaftina xwe de bal kişand li ser dozên Musa Çîtîl, Atîlla Ugur û yên din en ku li herêmê gelek komkujiyan pêk anîn jî û got ku di salên 90’an de li herêmê bi sedan cînayet pêk hatin. Sîncar wiha dirêjî da axaftina xwe: “ Mûsa Çîtîl li ber çavên hemû gundiyan 13 kes qetil kir, lê li gel vê yekê ji bereat kir. Atîlla Ugur li herêmê gelek mirov avêt bîran, lê hê jî ceza negirtiye. Heta gelek ji wan payeyên wan bilind bûn. Wekî ku hatin xelatkirin. Belê ev rast e. Niha Serokomar Erdogan û yên li cem wî jî tu caran gelê kurd û aştiyê naxwazin. Qala pêvajoya aştiyê dikin, lê gavek jî nayê avêtin. Heke gav hatibe avêtin jî gelê kurd avêtiye. Ji aliyê wan ve gav nehatiye avêtin. Di destên Mehmet û hevalên wî de çek tunebû. Bêyî çek hatin kuştin.” Sîncar di dawiya axaftina xwe de got ku divê dewlet têkîldarî cînayetan lêborînê bixwaze û pêwîst bike dê dozê bibin Dadgeha Mafên mirovan a Ewropayê û dozê bişopînin.
MÊRDÎN